4 welatiyên Kurd hewla xwekuştinê dan
Amara xwekuştinê li Kurdistan û Îranê roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Di nûtirîn hewildanên xwekuştinê li rojhilatê Kurdistanê, 4 halet hatine ragihand ku 3 ji wan gihîştin encamê.
Amara xwekuştinê li Kurdistan û Îranê roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Di nûtirîn hewildanên xwekuştinê li rojhilatê Kurdistanê, 4 halet hatine ragihand ku 3 ji wan gihîştin encamê.
Di berdewamiya şewat û agirpêketina xwezaya rojhilatê Kurdistanê de, darûbarên derdora Baneyê jî di nava guriya agir de man.
Navenda ewlekarî ya Dêhgulana rojhilatê Kurdistanê, çalakvanekî sivîl yê wî bajarê, bi armanca lêpirsînê bang lê kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK), di nêz bûna 9`mîn sal bi ser girtina hepsê ya Mihemed Sidîq Kebûdvend (bavê mafên mirovan ê Kurdistanê) re, daxuyaniyek belav kir.
Piştî liv û tevgera pêşmergeyên Hizba Demokrat û hêzên Kurdî ên dijberî hikûmeta Îranê li deverên sînorî yên rojhilatê Kurdistanê û Şinoyê, Sipaha Pasdaran bi alavên şer ên giran û nîv giran di tixûbên wî bajarê de bi cih bû.
Duh duşemî 29`ê hezîranê, Akam Telac xelkê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê ku li xwepêşandana Mahabadê hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.
Birîndarekî serhildana Mahabadê ya ku beriya niha bi 53 rojan, bi sedema mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî birêve çûbû, jiyana xwe jidest da.
Zindaniyekî siyasî yê Kurd û rûniştvanê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, piştî bi dawîkirina cezayê hepsê li girtîgeha Bender Ebas a Îranê, serbest hat berdan.
Di berdewamiya kuştin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê ve, welatiyekî din ê Belûç hat qetilkirin.
Roja pêncşemî 25`ê Hezîranê, hejmarek çekdarên DAIŞ`ê berbanga sibehê derbasî Kobanê bûn û bi sedan xelkê sivîl şehîd û birîndar kirin. Piştî 3 rojan ji aliyê YPG`ê û YPJ`ê ve çeperên DAÎŞ hatin şikandin û ew bi tevahî hatin kuştin.