Du welatiyên Kurd li bajarên Dîwandere û Merîwanê hatine binçavkirin
Roja Çarşemî 7ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Eyûb Aqarizayî” ê xelkê bajarê “Dîwanderê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.
Roja Çarşemî 7ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Eyûb Aqarizayî” ê xelkê bajarê “Dîwanderê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.
Hêzên hikûmetiya Îranê 22 kolberên Kurd li sînorên “Birwêşkan” a Baneyê hatine binçavkirin.
Roja Pêncşemî 8ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê binavê “Aware Fetihî” xelkê gundê “Aliymeran” ser bi bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî a hikumetê li sînorê “Zilê” hate birîndar kirin.
Roja Duşemî 5ê Xezelwerê, çalakvanekî Olî yê binavê “Muxtar Îbrahîmî” xelkê bajarê Mehabadê piştî bi dawî hatina heyamê jêpirsîna wî di girtîgeha îdareya Îtila’atê bo benda “Telaşî” ya girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Roja Pêncşemî 8ê Xezelwerê Mamostayekî Olî bi navê “Resûl Hemzepûr” xelkê gundê “Xirape” ya girêdayî bi bajarê Pîranşarê û pêşnmêjê gundê “Endêze” ê girêday bi bexşa “Lacan” a Pîranşarê bi danana barmteya 1 milyard Timenî di girtîgeha…
Roja Pincşemî 8`ê Xezelwerê, topxaneyên Spaha Pasdaran dest bi topbarankirina bilindahiyên “Berbizîn” a axa herêma Kurdistanê kirine.
Roja Sêşemî 6ê Xezerwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Husên Şêrzad” temen 27 salî û xelkê taxa “Şerîfava” ya bajarê Tikabê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.
Roja Sêşemî 6`ê Xezelwerê, nûciwanekî temen 16 salî yê bi navê “Sîna Nîkpêy” û kurê “Kamran” xelkê gundê “Nê” ê ser bi Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Roja Sêşemî 6`ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Eta Fetahî” temen 24 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Serdûş” ê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.
Roja Sêşemî 6`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê ‘’Cemal Dûrbaş’’ di nava yek ji rezên gundê ‘’Asnavê’’ ê wî bajarî de dawî bi jiyana xwe anî.