Esrîn Mihemedî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin
Îro Sêşemî 28ê Rêbendanê, Esrîn Mihemedî piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wê ji girtîgeha El-Mehdî ya ser bi bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.
Îro Sêşemî 28ê Rêbendanê, Esrîn Mihemedî piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wê ji girtîgeha El-Mehdî ya ser bi bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.
Roja Duşemî 27ê Rêbendanê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Deriya Talibanî” keça Ebas bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin.
Îro Duşemî 27ê Rêbendanê, Sabir Kemanî, xelkê gundê “Enbê” ê girêdayê devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Husên Hesenxanî, mamosteyê malnişînkirî û endamê mekteba qurana Kurdistanê, bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilaba Mihabadê ve bi 3 meh girtingeh hate cezadan.
Roja Şemî 25ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ehmed Xoşmîrzade” 32 salî û “Mihemedemîn Rehmanî” 17 salî û xelkê bajarê Şinoyê bo benda girtiyên siyasî û kanûna girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin.
Roja Şemî 18ê Rêbendanê, welatiyeke Kurd ya bi navê “Deriya Talibanî” keça Ebas piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatiye veguhastin.
Roja Şemî 25`ê Rêbendanê, welatiyekî kurd yê bi navê “Şivan Piştwar”, kurê Ebdullrehman, temen 39 salî û xelkê bajarê Nexedeyê, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Roja Şemî 25ê Rêbendanê, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Husên Gerdişî, Şepol Xizrî û Ferhad Mûsapûr”, piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha wî bajarî hatine…
Roja Înê 24ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Birariyan” temen 45 salî û xelkê gundê “Kelkel” ê ser bi Asimaveya Çirdawil, bi sedema teqîna yek ji mînên bi cih mayî yên şerê Îran û Îraqê, li bajarê Mêhranê canê xwe ji dest da.
Şeva Çarşemî 22`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Aram Caten” xelkê gundê “Kanîsanan” yê ser bi bajarê Merîwanê bi sedema kevtin ji bilindahiyên “Tete”ya Hewramanê ve canê xew ji dest da.