Gazîkirin û lêpirsîna du çalakvanên kedkariyê li Sine
Roja Çarşemê, 10ê Banemera 1404an a Rojî, Zanyar Dabaxiyan û Peyam Fethî, çalakvanên kedkariyê ên xelkê bajarê Sine, ji bo Îdareya Îtlaatê ya bajêr hatin gazîkirin û lêpirsîn ligel wan hat kirin.
Roja Çarşemê, 10ê Banemera 1404an a Rojî, Zanyar Dabaxiyan û Peyam Fethî, çalakvanên kedkariyê ên xelkê bajarê Sine, ji bo Îdareya Îtlaatê ya bajêr hatin gazîkirin û lêpirsîn ligel wan hat kirin.
Roja Şemiyê 6ê Banemera 1404an a Rojî, Mamoste Ayet Qulamî, mamosteyekî Sunnî û pêjnimêjê berê yê Mizgefta "Mihemed el-Mustafa" li Kirmaşanê û mamosteyê Dibistana Zanistên Olî, piştî danîna barimteya 700 milyon Tûmenî heta dawiya…
Êvara roja Yekşemê 7ê Banemera 1404an a Rojî, du kolberên Kurd ên bi navên "Aku Şerîfî" yê 22 salî û "Şiwane Elîpûr" yê 25 salî ji Baneli ser sînorê "Hengejale" ya bajêr ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatin birîndarkirin.
Roja Yekşemî 31’ê Xakelêwey a 1404’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Êhsan Hemzehzade” xelkê Bukanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo navenda çaksaziya Urmiyê hat şandin.
Roja Çarşemî 3’ê Banemera 1404’an a Rojî, Mamoste Ayet Qulamî mamosteyê olî û pêşnimêjê înê yê mizgevta “Mihemed el-Mustafa” a Kirmaşanê û mamostayê mekteba Zanistên Olî, piştî gazîkirina bo taya dadgeha taybet a rûhaniyet ya Kirmaşanê û…
Sibeha roja 31’ê Xakelêweya sala 1404’an a Rojî, du welatiyên Kurd xelkê gundê “Şahwane” ya ser bi bajarê Şinoyê, bi navên Zahir Mehmûdiyan û Mihemed Xizrî, bi awayekî bereday ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bêyî belgeya dadwerî hatin…
Roja Yekşemî 31’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, Seîd Zergoş ciwanekî 32 salî û xelkê bajarê Avdanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Îro Duşemî 1’ê Banemera 1404’an a Rojî, Mamoste Loqman Emînî, melayê îniyê yê Mizgefta Çaryar Nebî ya bajarê Sine, piştî ku derket pêşberî dadgeha taybet a Ruhanî ya bajarê Hemedanê, hate binçavkirin.
Sibeha roja Sêşemî 26’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Yadgar Rehîmnejad” xelkê Baneyê, li girtîgeha navendî ya Kirmanê hat îdamkirin.
Sibeha roja Sêşemî 26’ê Xakelêwey a 1404’an a Rojî, du girtiyên Kurd bi navên “Peyman Nadirî” xelkê Kirmaşanê û “Kerîm Îsmaîlî” xelkê bajarê Îslamavaya Rojavaya Îranê, li girtîgeha navendî ya bajarê “Bender Ebas”ê de hatin îdamkirin.