Li Sinê welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
Roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyê bajarê Sinê yê bi navê “Beşîr Nûrî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkriin û bo navenda Îdareya Îtila`ata vî bajarî hat veguhastin.
Roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyê bajarê Sinê yê bi navê “Beşîr Nûrî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkriin û bo navenda Îdareya Îtila`ata vî bajarî hat veguhastin.
“Osman Îsmaîlî”, çalakvanê kedkarî yê xelkê Seqizê, bo dadgeha Şoreş a vî bajarî hat gazîkirin.
“Fexredîn Îbrahîmî” kurê Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî yê ku ji aliyê Şaxa 113 a dadgeha cezayên Do Beheştî ya Urmiyê ve hatiye îdamkirin, bi 3 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Duh Pêncşemî 4ê Cozerdanê, duyemîn neştergeriya kolberê gundê “Derbeke” a Pîranşarê, Farûq Ezîzî, li nexweşxaneya “Aştî” ya bajarê Soran a Herêma Kurdistanê bi serkevtî hat encamdan.
Roja Pêncşemî, 4ê Cozerdanê, kolberê bi navê “Selam Îsmaîlpûr” xelkê gundê “Spyav” a ser bi devera Bayingan, bi sedema rawestana dil li sînorê Hengejale canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora ajansa nûçanegihania Hiranayê, danê sibê îro Pêncşemî 4`ê Corezdandê, cezayê girtiyê bi navê “Elî Pîrî” ku 40 salan beriya niha bi tohmeta “qetlê” cezayê îdamê bo hatibû birîn, li girtîgeha Urmiyê hate bidarvekirin.
Roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê, mamosta “Ebdulcebar Lotfî”, mamosta û pêşnimêjê Înê yê mizgevta Cam`I a Îrşad a Sinê, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê, cezayê 7 meh û nîv hepsa te`izîrî, 74 derbên qamçiyê û qedexekirina jixwekirina…
Roja Sêşemî 2`ê Cozerdanê, welatiyê bi navê “Şêrko Mênberî” kurê Şîrwan û xelkê gundê “Nêyer”ê girêday bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin e.
Şeva Dûşemî 1`ê Cozerdanê, aliyê kêm 7 kolber ên xelkê bajarê Pawe bi sebeba golereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînûrê Newsûdê birîndar bûn.
Roja Sêşemî 2`ê Cozerdanê, “Seyd Ferîboriz Şa Îbrahîmî û Seyd Ferhad Zalnûrî” ji çalakvanên medenî yên civata Yarsan li bajarê Sehne yê girêday parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.