Kurd girîngiyê didin medyaya Tirkî

12:32 - 16 Çirriya pêşîn 2012
Sîdar Basût jin e, dayîk e, pêşkeşvana kanala Gelê Kurdistanê (GK) ye û li Amedê kar dike, di Facebook û Twîtterê de gellekî çalak e. Derbarê jiyana wê, bernameya wê ya bi navê Rengên Bakur û medyaya kurdî li Amedê em pê re axivîn.

Rûdaw: Em pêşî hinek te nas bikin. Kî ye Sîdar Basut?
Sîdar Basut: Ez di sala 1978ê de li gundê Agirî yê bi navê Bolukbaşi ji dayîk bûm. Min dibistana seretayî li gund xwend. Piştre me mala xwe bar kir û em çûn Agirî. Di sala 1995ê de jî me mala xwe bar kir çûn Stenbolê. Li wir ez 2 salan li kovara Deng û rojnameya Ronahî de xebitîm. Piştre min biryara xwendina zanîngehê da û li bajarê Wanê xwend.

Bavê te siyasetvan bû, gelo vê yekê bo pêşketina te û bo karên te yên niha roleke çawa leyîst?
Bavê min di nava PSKê de cih digirt. Di sala 1980yî de kete girtîgehê. Ez wê demê 2 salî bûm. Gava hate berdan ez 11 salî bûm. Di jiyana min de bavê min bi serbilindiya xwe mînak bû. Têkoşîna wî ji bo gelê kurd û zimanê kurdî bû. Lewma min jî xwest xizmeta zimanê kurdî bikim. TRT 6 ji bo min firsendek baş bû.

Te di TRT 6ê de çi kar dikir?
Bernameya ku min di TRT 6ê te pêşkeş dikir, bernameyeke danasînê bû û me Başûrê Kurdistanê dida nasîn.

Te ҫawa dest ji TRT 6ê berda û li kanala GK dest bi bernameya Rengên Bakur kir?
Di ҫûyîn û hatina min a Başûr de têkiliyên gellekî baş çêbûn. Yek wan jî kanala Gelê Kurdistanê bû. Rêveberê Giştî yê kanala Gelê Kurdistanê birêz Lawand Newzad bernameya min a di TRT 6ê de temaşe kiribû û gellekî ecibandibû. Rojekê telefonê min kir û got: “Em dixwazin tu ji bo GK Channel li Bakur bernameyê pêşkeş bikî.”

Tu ji bo bernameya xwe li gellek devaren digerî, gelo di amadekariya bernameyê de tu qet rastî astengiyên dewletê tê?
Bêguman li ser navê kanaleke Kurdistanê karkirin zehmet e û gellek astengî jî derdikevin. Mînak li Heskîfê polîs nehiştin em berdewam bikin. Ji me re gotin divê hûn ji walî destûr wergirin. Herwiha li Rihayê jî tiştekî wisa hate serê me û wek 15 deqeyan em binçav kirin.

Tu ji bo kanaleke Başûr li Amedê kar dikî. Nêrîn û nêzîkbûna xelkê û saziyên kurdî bo karê te çawa ne?

Di destpêkê de em baş nas nedikirin. Lê niha em dikarin bêjin temaşevanên me li vê derê zêde bûne. Gava ku ez di nav bazarê de digerim, min nas dikin û dibêjin em bernameya te temaşe dikin.

Li Amedê nûnerên gellek kanalên tirkî jî hene, herwiha hejmareke zêde ya rojnamevanên kurd û tirk. Di nava gel de, di navbera siyasetmedar û saziyan de îmaja “medyaya kurdî“ çawa ye?
Amed, weke hûn jî dizanin, li Bakurê Kurdistanê di warê Kurdayetiyê de cihekî gellekî girîng digire. Lewma em dikarin bêjin cihê medyaya kurdî cuda ye. Gava em dibêjin em kanala Başûrê Kurdistanê ne, gellekî kêfxweş dibin. Heta ku deriyê mala xwe jî ji me re vedikin.

Sazî û siyasetmedar?
Sazî û siyasetmedar jî bi dîtina zêdetir kêfxweş dibin.

Li Bakurê Kurdistanê gelo sazî û siyasetmedar û xelk zêde giringiyê didin medyaya tirkî an ya kurdî?
Bi raya min zêdetir girîngiyê didin medyaya tirkî. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin li gorî min zimanê kurdî ye. Kesên ku kurdî baş dizanîn anjî dikarin bixwînin gellekî kêm in. Lewma zanyariyan zêdetir ji medyaya tirkî werdigirin. Ji bo medyaya kurdî jî em dikarin bêjin 2-3 malper anjî 2 televîzyonên kurdî temaşe dikin ku ew jî Stêrk TV an jî Nuçe TV ye.

Tu li Amedê ligel keça xwe dijî û bo karê xwe li gellek deveran digerî. Zehmetiyên çawa dikişînî?
Jixwe gava ku mirov jin be, ew bi tena serê xwe zehmetî ye. Ez qedera 18 salan li Stenbolê jiyam. Li wir jiyan ji aliyê civakî hêsantir e. Haya kesî ji kesî tine ye. Lê li Amedê di vî alî de hinekî zehmetî hene. Dayika min jî ligel min dijî, hebûna wê jiyana me gellekî hêsantir dike.

Civaka kurdî ya niha fenomenên weke jin, kar û zarok çawa dinirxîne? Ango roleke çawa didin jinê?

Gellek kes min rexne dikin. Ji min re dibêjin tu beriya her tiştî dayikî. Belê ez dayik im, lê ne beriya her tiştî. Ez beriya her tiştî kesek im. Herwiha ji bo gellek hevalên xwe yên jin wek mînak im, lê li aliyekî din jî wek metirsiyê me. Ji ber ku ditirsin. Li gorî gellek kesan, bi taybetî jî mêran, jin nikarin bi tenê bijîn. Lê ne wisa ye.

Tu di medyaya civakî, bi taybetî jî di Twitterê de pirr zêde çalakî. Li gor te Kurd medyaya civakî çawa bikartînin?
Ji ber ku ragihandina civakî ji bo min azadiyeke, ez bi taybetî ji bo agahiyên nû berê xwe didim Twitter anjî Facebookê. Lê hin caran ji bo dem derbasbûn, hevdu naskirinê, anjî parvekirina pêşketinên sîyasî û çandî. Bi taybetî li ser Twitterê min hevalên gellekî hêja naskirin. Mirov kêfxweş dibe. Lê hin acizî jî çêdibin.

Jêder: Rudaw