Kompaniya Tilêgiramê Îdiaya berpirsên Îranê red kir

19:42 - 16 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî ku Wezîrê Pêwendiyên Îranê ragehandibû ku; Kompaniya Tilêgiramê li ser daxwaza me hin kanalên ku li dijî Îranê piropagende dikin dadixe, berpirsê vê kompaniyayê ev îdia berpirsên Îranê red kir.

Li gor raporên belavbûyî, Avakerê kompaniya Tilêgiramê îdiaya Wezîrê Pêwendiyên Îranê, derheq daxistina hin kanalan, li ser daxwaza Îranê red kir, û got ku dibe ev kanal hatibine hekkirinê.

“Mehmûd Wa’izî” Wezîrê Pêwendî û Fenaweriya Zanyariyên Îranê, roja Çarşemiyê 13’ê Çileya Paşîna 2016’an, ragehandbû her kanalek a ser Tilêgramê, Wezareta Pêwendiyên Îranê daxwaz bike, yê ev kompaniya vê kanalê dabixe.

Piştî axavtina wî Wezîrê Pêwendiyên Îranê, berpirsê Tilêgiramê ev îdiaya Îranê bi derev da zanîn, û got ku û ev îdiaya rast nîne.
Wa’izî di axavatinên xwe de goitbû ku heyanî niha çend kanalên dijberî Îranê li ser daxwaza Wezareta Pêwendiyên Îranê digel kompaniya Tilêgiramê de hatine darxistin.

Berpirsên Îranê kesên ku di Îranê de kanala Tilêgiramê bi kar tînin, 13 heya 20 milyon kesî texmîn lêdane, herwiha pirsa filter kirina vê kanala civakî di heyama çend mehên derbaz bûyî de, bo çend caran ji aliyê berpirsên Îranê ve lêkolîn hatiye kirin.

Di demekî de berpirsên Îranê derbarê fîltirkirina vê kanalê qise dikin, ku hejmareke berçav ji berpirsên payebilin yên Îranê û heta Deftera Xamineî jî vê tora civakê bi kar tine.