Komkirina setelaytan li Tehranê de

13:40 - 14 Şibat 2012
Kurdpa: hêzên ewlekariya rejîma Îranê li Teharanê de dest bi komkirina berfireh ya mahwereyan kirin.

Li gorî nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Tehranê li heyamê çend rojên borî de hêzên ewlekariyê li çendîn taxên bajarê Tehranê de dest bi komkirina setelaytan kirine.

Taxa Seasetabad a Tehranê yek ji wan cihan e ku gelek setelayt li wir hatin komkirin.

Li gorî gotina şahidan hêzên rejîmê li dema komkirina setelaytan de gellek bê hurmetî bi xekê kirine.