Komarîxwazên Amerîkayê rexne ji hilbijartinên Îranê girtin

20:43 - 28 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Redkirina kêrhatîbûna berbijêrên çaksazîxwaz bo hilbijartinên 26’ê Şubatê di Îranê de, weke despêka bêhêvîbûnê li hember lihevkirina navkî ê di navbera Amerîka û Komara Îslamî de tê nirxandin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, serokê Komîteya Derve yê Meclisa Nûnerên Amerîkayê di daxûyaniyekê de, pêvajûya hilbijartinên Meclisa 10’ê di Îranê de bi tundî rexne kir.

“Êd Roys” di daxuyaniya xwe de ragehand ku, retkirina kêrhatîbûna berbijêran û ceribandinên mûşekî û binçavkirina melevanên Amerîkayê, berevajî sozên Barak Obama derheq bi Komara Îslamî bûn.

Navbirî herweha bas jî Komara Îslamî û Sipaha Pasdaran dike û dibêje, 100 milyard Dolar pereyên bilokekirî ên Komara Îslamî tên azadkirin û Sipaha Pasadaran wê qazanca herî sereke ji vê mijarê bike û pêgeha xwe li Îranê û herêmê, qahîmtir bike.

Serokê berê yê Meclisa Nûnerên Amerîkayê jî, yek ji wan komarîxwazan bû ku heyamek berî niha, li hember hilbijartinên 26’ê Şubatê bertek nîşan dan.

Navbirî jî birêvebirina bi vî awayî ya hilbijartinên Meclisa 10’ê û Meclisa Şarezayan, weke hewlek di pêxema xwe bihêzkirina Komara Îslamî da zanîn.

Amarên herî dawiyê ên derheq bi hilbijartinê Meclisa Îranê, bas ji pişikdariya 60%ê ya xelkê Îranê dikin di wan hilbijartinan de.