Kolberekî xelkê Banê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî azar û îşkencê hat

12:27 - 21 Çirriya pêşîn 2020

Şeva Duşemî 28ê Rezberê, hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Brwêşkan” a bajarê Baneyê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Yasîn Fîkrî”, temen 22 salî azar û îşkence dane.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê ragehandiye: “Ew Kolberê Kurd ku li ser sînorê “Brwêşkan” ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî azar û îşkencê hatibû û ti kelûpelek qaçax bi wî re nebûye”.

Wê çavkaniyê gotiye: “Fermandê “Henga sînorî” ê “Brwêşkan”ê digel du serbazên din demjmêr 9 şevê heta 5 sibê ew kolberê Kurd azar û îşkence dane.

Di berdewamiyê de gotiye: “Hêzên leşkerî yên hikûmetê sê gopal û du dar li ser wî kolberî Kurd de şikandine û hemû cesteyê wî reş û şîn kirine, cuda li lêdan û birîndarkirina wî kolberî temen 22 salî, fermandê binkeya Brwêşkanê fîlma lêdana wî kolberê Kurd girtiye”.