Kolberekî Kurd li ser sînorê Çaldiranê bi teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

Roja Înê 16ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Kemal Elemhûlûy” ê xelkê bajarê Çaldiranê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li çiyayên wî bajarî canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd digel hejmarek din ji kolberan di dema zivirînê li ser sînorê Çaldiranê, bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve teqe ji wan hatiye kirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi “gumana hebûna barê qaçax” teqe ji wan kolberan kirine.