Kolberekî Kurd hate kuştin

14:34 - 14 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Roja Pêncşemî 23`ê Cozerdana 1398`an, kolberê Kurd yê bi navê “Mihemed Husênzade” kurê Osman û xelkê gundê “Zelê” ya girêdayî bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe jidest da.

Ew kolberê Kurd bi bê agehdarkirina pêştir, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li ser sînorê wî bajarî, rastî gullereşandinê hatiye û canê xwe jidest daye.

Ew kolberê Kurd xwediyê zarokane.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Înê 17`ê Cozerdana 1398`an, kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Daniyal Ezîzî”, temen 25 salî û xelkê bajarê Serdeştê bi sedema teqîna mînê pêyeke xwe jidest daye.

Ew kolberê Kurd li bilindahiya gundê “Kanî Zerd” a girêdayî bajarê Serdeştê rastî wê bûyerê hatibû.