Kişanak: Di navbera PKKê û hikûmetê de ti hevdîtin tine ne

15:38 - 28 Îlon 2012
Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak

Hevseroka BDPê Gultan Kişanak li ser gotinên alîkarê serokê giştî yê AK Partiyê, Bulent Arinç, diyar kir ku di navbera PKKê û hikûmetê de ti hevdîtin tine ne û hikûmet dixwaze bi van gotinên gilover tenê aloziya heyî nerm bike. Kişanak herwiha diyar kir ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Celal Talabanî dikarin ji bo hevdîtinan rola xwe bi cih bînin. Hevseroka BDPê pêşveçûnên dawî, helwesta AK Partiyê derbarê pirsgirêka kurdî de û pêşniyarên BDPê yên çareseriyê ji rojnameya me Rûdawê re nirxand.

Rûdaw: Zivistanê operasyonên leşkerî pirr bûn. Gellek PKKyiyan jiyana xwe ji dest dan. Lê ji havînê ve êrişên PKKê didomin. Ev tundî wê heta

kengî bidome?

Gultan Kişanak: Raya giştî piştî destpêkirina van bûyeran kete nava tirs û fikaran. Me ji par ve, yanî ji dema ku agirbest qediya pê de, me got ev pêvajo wê pirr dijwar derbas bibe. Ji bo ku nermahiyek çêbibe û hevdîtin dest pê bikin, me pêşniyarên xwe yên ku ji 12 xalan pêk dihat ji rayedarên hikûmetê re pêşkêş kirin. Me ev pêşniyarên xwe di kongreya xwe ya Îlonê de jî eşkera kirin. Lê hikûmetê bi ti awayî guh neda me. Li gorî agahiyek ku li ser înternetê belav dibe, şêwirmendê navdar ê serokwezîr, Yalçin Akdogan, beriya salekê ji bo vê meha Adarê gotiye “PKK wê heta meha Adarê biqede”. Ev bêaqilî didome. Zivistanê tim dewletê lêda, gellek gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Gerîllayên di şikeftan de hatin îmhakirin. Li Bedlîsê 15 gerîllayên jin di şikefta xwe de, bêyî ku bikevin pevçûnê, hatin îmhakirin.

Di vê demê de ji bo rawestandina van tiştan hûn careke din ketin nava hewldanan?

Ji bo ku ev tundî zêdetir nebe û alozî kûrtir nebe, min û birêz Selahattîn Demîrtaş me bi wezîrekî hikûmetê re hevdîtin pêk anî. Me got hûn dibêjin “Emê lêxin,bişkînin, ji holê rakin” lê aliyê din jî xwe amade dike. Di daxuyaniyên fermî yên PKKê de jixwe ev tişt dihatin eşkerakirin. Lê wî wezîrî ji me re got; “Hikûmet di wê baweriyê de ye ku ji polîtîkayên xwe yên ewlekariyê encameke baş werdigre. Ji ber vê yekê emê lêdana xwe bidomînin”. Berpirsyara xwîna ku dirije û kesên jiyana xwe ji dest didin hikûmet bi xwe ye.

Ew 12 xalên ku we behs kir, dikaribûn di demeke kin de bikevin meriyetê?

Me di van xalan de tenê gavên ku pêşiya vê pêvajoya hevdîtinê vekin pêşniyar kirin. Me xwest di “Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê” de hin xal bên guhertin. Mexwest xalên weke “Pesindayîna sûc û sûcdar”, “Digel ku ne endamê rêxistinê ye jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” bên guhertin. Her wiha me xwest di qanûna partiyên siyasî de hin guherîn bên kirin. Me xwest bi hin guherînan pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Eger ev qanûn bihatana guhertin, wê gellek kesên ji ber operasyonên KCKê hatine girtin jî serbest bihatana berdan.

Hikûmet destpêkê bi gotina “demokrasiyê” derkete rê. Piştre çima berê dîreksiyonê xwe guhert?

Di serê hikûmetê de çareserî tine bû. Digot ez ji bo ku mafên Kurdan nedim, divê rêyekê bibînim. Hikûmeta AKPê dixwest hêza xwe ya di nava dewletê de zêde bike. Di vê yekê de jî gotinên demokrasî û çareseriyê bilêv kir. Piştî sala 2009ê bû birêvebirê polîtîkaya fermî ya dewletê. Ji ber ku ti polîtîkayeke wan a çareseriyê tine bû, ev encam derkete holê.

DYA û YE li hemberî vê polîtîkayê nerazîbûn nîşan nadin? Hikûmetê çawa karî piştgiriya wan bistîne?

Hikûmeta AKPê demeke dirêj ne tenê li hemberî Kurdan, li hemberî DYA, Yekîtiya Ewropayê jî gotinên wisa bi kar anî. Li hemberî lîberalên demokrat ên Tirkiyeyê jî peyva demokrasiyê bi kar anî. Bi gotinên demokrasî û aştiyê bi ser ket. Ji roja ku AKP bû otorîter û vir ve, siyaneta (îtîbar) Tirkiyeyê û hikûmeta AKPê li ba van dewletan jî şikest. Di raporên pêşveçûnê yên Yekîtiya Ewropayê de jî ev tişt hatin nivîsandin. Ji bo ku serokwezîr biçe Qesra Çankayayê, pêdivî bi Tirkiyeke zêdetir neteweperest heye.

Piştî ku bikeve Qesra Çankayayê wê ev gotinên neteweperest biqedin?

Erdogan bi qasî ku giraniya desthilatdariyê bikaribe rake, ne demokrat e. Desthilatdariya wî çiqas xurt be, ewê ewqas otorîter be. Piştî ku derkeve qesrê jî embawer nakin demokrat bibe. Hin rê hene, dema mirov ketiyê, vegera paşve êdî zehmet e. Par bi gotinên neteweperest kampanyaya hilbijartinê birêvebir. Eger tu beriya hilbijartinê bêjî “Ku em bûna, meyê Ocalan darve bikira”, piştî hilbijartinê tuyê muzakereyan qut bikî. Pêla neteweperest a ku bi destê serokwezîr hate avakirin, niha serokwezîr dîl girtiye. Derketina ji vê derê wê ewqas hêsan nebe.

Di van rojên dawî de hevdîtinên li Osloyê mijara sereke ya rojeva Tirkiyeyê ne. CHPê ev hevdîtin anîn rojevê. Ji eniya hikûmetê hin kesan

daxuyanî dan. Hevdîtinên nû hene?

CHP vê yekê weke amûreke polîtîkaya navxweyî bi kar tîne. CHP ji sedî 90 van gotinan ji bo AKPê bixe zehmetiyê dibêje. Ji sedî 10 jî encama nîqaşên nûbûnaCHPa nû ye. Helwesteke ku xizmeta çareseriyê bike ji CHPê dernakeve. Helwesteke zelal a CHPê tine ye. Beşîr Atalay, Bulent Arinç, Sadullah Ergîn li ser hev daxuyanî dan. Ev wezîr di pêvajoya Osloyê de xwedî erk bûn. Dibêjin “Niha jî dibe ku hevdîtin çêdibe”. Ev gotin ti tiştekî îfade nake. MÎT saziya girêdayî serokwezîr e. Eger hevdîtineke nû hebe, agahiya serokwezîr heye. An hevdîtin heye, yan jî tune ye.

Yanî ti hevdîtin tine ye…

Ji van gotinan tê fêmkirin ku li holê ti hevdîtin tine ye. Jixwe eger ji vir û şûnde hevdîtinek çêbibe, divê raya giştî bê agahdarkirin. Mexseda min ne ewe kuhemûhevdîtin deqe bi deqe ji raya giştî re bên eşkerakirin. Çiqas pêşveçûn çêbûn, divê gel bên agahdarkirin.

Selahattîn Demîrtaş jî çend car in dibêje ‘Erdogan wê Kurdistanê ava bike”. Ev gotin tên çi wateyê?

Derbarê pirsgirêka kurdî de, heta niha pirsgirêk weke mafan hebû. Em weke gel qebûl nedikirin. Lê di salên dawî de Kurdan dizêrînin, sor dikin. Zext zêde dibin.Pirsgirêka kurdî gav bi gav ber bi şikestineke hestiyar ve diçe. Veqetîna hestiyarî jî li pirsgirêka mafan zêde dibe. Eger ev yek kûr bibe, veqetîna hestiyarî wê çêbibe. Piştî demekê bi awayekî polîtîk mirov wê êdî nikaribe bihevrejiyanê biparêze.

Barzanî û Talabanî aktorên girîng ên siyaseta kurdî ne. Ew dikarin di vê rewşa aloz de çi bikin?

Birêz Talabanî serokkomarê Iraqê û birêz Mesûd Barzanî jî serokê Herêma Kurd e. Têkiliyên wan ên girîng bi Tirkiyeyê re hene. Tirkiye tim hewl dide vantêkiliyan li dijî Kurdan bi kar bîne. Em di wê baweriyê de ne ku birêz Barzanî û birêz Talabanî jî hewl didin ku van têkiliyan di berjewendiyê Kurdan de bi kar bînin. Tirkiye bi gotina “bi cîranan re pirsgirêka sifir” derkete rê. Lê niha tenê bi Barzanî û Talabanî re pirsgirêkan najîn.

Derbarê avakirina statûya li Rojavayê Kurdistanê de fikra we çi ye? Têkiliya we bi Kurdên wê derê re heye?

Pêdiviya Kurdên li Sûriyê bi piştgiriyeke baş heye. Divê Kurdên li çar aliyên cîhanê piştgiriyê bidin Kurdên Sûriyê. Eger rejîma Esed xurt bibe, wê ji

boKurdanpêvajoyeke pirr dijwar û zehmet dest pê bike. Eger muxalifên ereb ên li wê derê Esed ji text bînin xwarê, dibe ku ew jî Kurdan nas nekin. Lewre rejîma ku dibe di pêşerojê de bê ser text jî ti carî eşkera nekirin ku wê li hemberî mafên Kurdan bi hurmet bin. Muxalefetê got wê mafên Kurdan qebûl nekin. Jixwe ji ber vê yekê Kurdan di Konseya Neteweyî ya Sûriyê de cih negirt. Têkiliya me û Rojava hertim heye. Me xwest em bi şandekê biçin lê di deriyên sînor de pirsgirêk hene. Li wan deran pirsgirêka ewlehiyê heye.

Jêder: Rûdaw