Kirmaşan: Dîsa reşandina têzavê ciwanek nivîşkan kir

16:20 - 31 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Avêtina asîd û têzavê ji aliyê kesên nenas ve, careke din bûyer afirand û ciwanek hedef girt. Birîndarê wê madeya kîmyawî li Kirmaşana Rojhilatê kurdistanê, demildest rakirin nexweşxaneyê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 30`ê gulana 2015`an, ciwanekî 27 salî li kirmaşanê, bû hedefa reşandina têzavê û endamên leşê wî şewitîn.

Serpereştê navenda Birêveberiya Bûyerên Lezgîn ên Pizîşkî li Kirmaşanê, derbareya wê bûyerê de, ji nûçegihaniyeke hundirê Îranê re ragihandiye: Kesê ku bisedema reşandina têzav û asîdê hatî birîndarkirin, tu agahî bi wan re parve nekirine.

Ji sedemên avêtina têzavê û cihên bûyer lê qewimî, hîna tu agahî negihîştine berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa.

Saykolojîst (derûnas) ser vê baweriyê ne:“Yên tûşî avêtina têzavê li ser leşê xwe dibin, haletên wek mirinê bi xwe dibîn in; bi gotinek din, mirina û jîna wan yek wate heye, ji ber ku ciwanî û rindiya xwe bezir dikin. Birîndarên Asîd û tezavê tu maneya jiyanê bi wan re namîne û armancên jiyana wan bi yekcarî tên guhertin.”

Pêştir jî bûyerên reşandina têzavê du car di medya û çapemeniyan de cih girtibûn; dawîn meha destpêka buhara evsal; li çarêya Besîc a Kirmaşanê ku kesekî 47 salî bi tundî birîndar bibû.

Cara duyemîn jî meha dawîn a havîna evsal, di termînala rêwiyan a Kirmaşanê, dîsa bûyerek wiha qewimî. Di wê demê 8 hemwelatiyên kurd, ji aliyê jinekî ve bibûn hedefa avêtina têzavî û birîndar bibûn.

Li yasaya Îranê (xala 273 a Qanûna Cezadanê), hekî kesek bi qesd têzav (asîdê) bavêje rûyê kesekî din an endamekî leşê wî nivîşkan bike, bi qisaskirina endamên hatinî tunekirin, ceza lê tê birîn.

Mihemed Mustefayî hiqûqnas li Norwejê, vê derbareyê de ji “Radiyo Ferda” yê re gotibû: “Cezadaneke dadperwerane bo avêtina têzavê di yasayê de nîne; anku hekî em bo kesê wî karî dike 30 heya 40 sal cezayê hepsê bibir in, baştrir ji vê yekê ye ku endam hember endam bê qisaskirin (tol jê standin.)”