Kirîna kalayên biyanî bo zankoya Azad a Îslamî hate qedexe kirin

15:40 - 10 Nîsan 2012
kurdpa: Cihgirê warê Îdareya malî û îdarî li zankoya Azad a Îslamî ya hikumeta Îranê ragehand ku kirîna her terze kalayên biyanî bo karê zankoyê qedexe ye.

Mihemed Xoceste Cihgirê warê Îdareya malî û îdarî li zankoya Azad a Îslamî ya hikumeta Îranê herweha ragehand ku ew biryar tewaya kertên zanko û nawendên hînkariyê ên ser bi zankoya Azad Îslamî bi xwe ve digre.

Nûçegihaniya Îsna bilav kir ku di daxuyaniya zankoyê de hatiye: “ seba vê ku îsal wek sala berhemanîna millî, piştevaniya ji kar, û sermayeya Îranî hatiye binav kirin, hewceye ku sercem kalayên zankoyê berhemên navxweyî ên Îranî bin”.