“Kezî” raporta heftiyane ajansa kurdpa ser pirsa jinan

20:49 - 9 Adar 2013
Heftiya 3a heyva Reşema 1391

Ajansa kurdpa bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza girêdayên taybet bi jinan, ji niha wêde her heftiyê raportik bi navê ‘Kezî’diweşîne.

Amanca sereke a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên girêdayî bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengwedan ji naw medyayan de, “Kezî” bi formek ron bûyî dixebite ser babet û pirgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê Îranê jî bide.

Kurdistan

\"11458.jpg\"
Gorekî wan nûçên ku weşiyane , jina Madih Nezerî, jornalîstê endakiryê kurd, ji aliyê hêzên ewlehiya dewleta islamiya Îranê bang kirine û jêpirsîn jê kirin.

Şîwa Gencî bi hegera hevpeyvîn tev mîdyan ser çarenûsa nekivşa mêrê xwe, ji aliyê dezgeha ewlehiyê jê qewilê fermî sitandine û gotinê ku her cur got û bêjek tev mîdyan xwe biparêze û dema bi wan neke, berpirsayetiya wê dikeve stûyê wê bixwe.

Jina wî jornalîstê kurd bi hegera bandora hêzên asayiş û diltirsina ser çarenûsa Madih Nezerî, li rojên çar û pêncşem li nexweşxana şarê Sinê bin çavdêriya duxtoran de bûye.

Sitandina qewlê fermî ji Şîwa Gencî li demek deye ku mêrê vê 20 roj pêş niha bê serûşûn bûye û heya niha çi nûçeyik ji çarenûsa wî çinine.
Pêştir jina wî jornalîstê kurd li hevpeyvînek telefonî de bi ajansa kurspayê ragihand : Madoh Nezerî heyvik pêş niha de ji aliyê dezgeha ewlehiyê bang û hereş lê kiribûn.

Her wisa çend roj pêş niha “ Kejal Hojebirî” jina “Elî Daniş” bangî ewlehiya şarê Merîwanê kiribûn xêncî jêpirsînê jê xwestibûn zûka ji Elî daniş cida be.

Kejalê 3 zarok bi navên Mihemed 9 salî û metîn 5salî , lawîna 2sal nîvî hene û niha li gundê Brede reşe a Merîwanê cî girin.

Elî Daniş ber bandora hêzên ewlehiyên dewleta islamiya Îranê bi neçarî welat bi cî hêlaye.

Xweşevitandina keçik nûciwan li şarê Merîwan

\"11457.jpg\"
Keçik nûciwan li şarê Merîwan agir berda xwe û paşî gihîştin bi nexweşxanê ber kûr û dujwariya bîrînan canê xwe ji dest da.

14ê Reşemê keçik bi navê “ Perya Rehmetî” keça “Mehmûd” agir berda xwe û bi hegera dujwariya birînên vê raguhastiyê nexweşxana şarê Sinê kirin.

Kesik nêzî wê qewimiyê ragihandiye: ev keça bi hegera pirsgirêkên jinaê bi sedema cida bûna bab û dayka xwe bûye, agir berdaye xwe.

Perya nêzî %90 bedena vê tûşî şevat bûye û nêrsên nexweşxana şarê sinê barê tendurustiya navbirî xirab ragihandine.

Gorekî statîstîks tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa, ji despêka demsala zistanê heya niha 14 caran xwekujiya jinan li nawçên kurd rûniştiyên Îran hatine tûmar kirin ku ji gelampera vê hejmarê 9 jiwan bi xweşevitandin qewimiye.

Ev hejmara bi dukumentên ku li sentera statîstîka kurdpa hatiye weşan dibe ku hejmara rast ji wê jî pitir be.

Pirsgirêkên ekonomîkî, bêkarî, pirsgirêkên ekolojîkî û lawazî yan nebûna asayişa kar ku caran xwekuştina mêr û jina bi dû hatiye, bi sedema bilind bûna asta hejmara telaq li parêzgehên Kurdistan tên hisêb.

Dezgeha tûmar kirina barê kesatî a parêzgeha Kurdistan weşandiye ku ji despêka îsal heya kutayiya heyva Rêbendan, 3,210 telaqê qewimî li parêzgeha Kurdistan hatine tûmar kirin.

Bandora hêzên ewlehiyê ser binemala Beyan Mehmûdî

\"11459.jpg\"
Roja yekşem 13ê Reşemê, “Tofîq Mehmûdî” xelkê şarê Kamiyaran li heyva borû de bi caran bidom bangî dezgeha ewlehiya vî şarî kiribûn.

Tofîq Mehmûdî bandora hêzên ewlehiyê tinê bi amanca wegerandina keça vî bi welatê Îran gotiye.

Beyan Mehmûdî li Xezelwera îsal de ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Kamiyaran bi hegera peywendî tev “ Peyman Mehmûdî” kur apê xwe, hat girtin û bi ciyek nekivş hatibû raguhastin.

Hêzên ewlehiyê tawana “ Peyman Mehmûdî” peywendî tev yekik ji partên kurdî a opozîsiyona dewleta islamiya Îranê ragihandibûn.

Beyan Mehmûdî paşî heftiyek ji girtinê hatibû berdan û paşî bi sedema bandora hêzên ewlehiyê bi neçarî welat bicî hişt.

Ji aliyek din Peyman Mehmûdî heya niha li halê girtinê deye û çi zanyariyek ji çarenûs û cê ragirtinê berdest çinine.

Îran

Şîva Nezer aharî helbijartiyê xelatek cîhanî bû


\"11454.jpg\"
Şîva Nezer aharî yekik ji xebatkarên mafê mirov li Îran, ji aliyê rêxirava nûçegihaniya bêsinûr bo xelatê cîhaniyê Nîtîzên hat helbijartin.

Navbirî ji wan 8 jornalîst, weblagnûsaneye ku li seraserê cîhan de bo wergirtina xelata nîtîzêna îsal hat hilbijartin.

Seromoniya wê xelatê her sal li 12ê mars bi bûna roja cîhaniya jinan û xebat dijî sansor bi rê diçe

Şîva Nezer aharî li 20 Reşema sala 1389a rojî xelata”Têodor Hêkêr” bo jornalîstên înternetî wegirt.

Navbirî ku yekik ji xebatkarên mafê mirov, endama lêjna damezirênan, berpirsê pêşde yê nûçegihaniya mafê mirov li welatê Îran, ji aliyê liq 36a dadgeha pêdeçona şarê Tehran bi 4 sal girtina teizîrî û 74 qamçû û her wisa dûr xistin bo girtîgeha Kerec hat mehkûm kirin.

Nesrîn Texeyyurî û Seba Azer pêyk ji girtîgehê hatin berdan

\"11456.jpg\"
Roja sêşem 15ê Reşemê, 2 kes ji jornalîstên girtî hatin berdan. Nesrîn Texeyyurî mamostaya pişka sosyala rojnama” I’timad” û Seba Azer pêyk nûçe nêra pêşde ya rojname û malpera Baztab, bi danîna barmite ji girtîgehê hatin berdan.

Ev 2 jinên jornalîst 8ê Rêbendana îsal ji aliyê hêzên ewlehiya dewleta islamiya Îran ê hatibûn girtin .

Her wisa çend roj pêş niha “ Mutehher Şefî’î, Fatimê Saxerçî, Îmîlî Emrayî, Nergis Codekî û Rêyhanê Tebatebayî ji girtîgehê hatin berdan.

Derkirin ji zanîngehê bi sedema bawirî ji ola Behaî

\"11460.jpeg\"
Panîz Fezl Elî xwendekarê bijarte ya endazyariya indostrik a zanîngeha” ilm û sen’et” bi hegera selimandin û bawirî bi ola Behayî ji dirêjî dan bi xwendinê hat bêpar kirin.

Navbirî sala 1389a rojî bi pila 1463 aherêma 1a Îran li zanista endazyariya indûstrîk a zanîngeha ilm û sen’et hatibû wergirtin.

Pêştir jî “ Sipîdê Wezîrî Pûrheqîqî” bi sedema selimandin ji ola Behayî ji zanîngeha”Xeramê” a parêzgeha Fars derkiribûn.

Li salên borî de hejmarek berçav ji hevwelatiyên Behayî bi hegera selimandina ola Behayî ji zanîngeh û xwendingehên Îranê hatibûn derxistin.

Gorek yasayên bingehîn a welatê Îran, tinê hogirê ola Islam, kirîstiyan, Zerduştî û Kelîmî bo xwendin li zanîngeh û xwendingehan rê pê didin, berwê hejmarek berçav ji hevwelatiyên Behayî li xwendin bi cî dimînin.

Girtina hevwelatiyek krîstiyan li Tehran

\"11469.jpg\"
Hêzên milîşiya dewleta islamiya Îran, Qeşeyek bi navê Şehrzad. Y. li Tehran girtin.
Navbirî 25 saliye û rûniştiyê rojava a şarê Tehran bûye ku roja çarşem 20ê Reşema îsal ji aliyê hêzên milîşiyayên dewleta islamiya Îran ê hatiye girtin û bo yekik ji senterên asayişa şarê Tehran hatiye raguhastin.

Hêzên asayiş tawana navbirî propaganda bo pêkanina kenîse naw malê û kombûnên enqest bi amanca kirina wan twanan ragihandine.

Pêştir jî Fatimê Nûrî yekeik din ji qeşên Kirîstiyan û xwendekarê zanista hinerli şarê Tehran, bi hegera selimandina ola Kirîstiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê hatiye girtin û midê 3 heyvan girtî bûye.

Nigar Hairî bangî dadgeh kirin

\"11455.jpg\"
Hairî gorek weşayiyan ku 20ê Reşemê xwe bi liqa 26a dadgeha şorişa şarê Tehran binasîne.

Navbirî ku yekik ji parêzerên dadgehên şarê Tehrane, moleta edvokatiya vê bo 10 salan ragirtin û heyva Pûşpera îsal bi tawana şêwir kirin tev binemalên girtiyên polîtîkî hatibû girtin.

Navbirî li benda 209a girtîgeha Êvîn de ragirtibûn, roja çarşem 13ê Sermaweza îsal bi danîna barmita 300,000,000 tûmenî bi forma demî hatibû berdan.

Nigar tev dayka xwe 11ê Banemera sala 1390a rojîde bi tawana piştgirî ji Mocahidînê Xelqê Îran û sinûr bezandin, hatin girtin û paş mideyik bi danîna barmita 50,000,000 tûmenî hatin berdan.

Serçave: ajansa nûçegihaniya kurdpa, komîta nûçenêriya bê sinûr, nûçe gihaniya hirana, xebatkarên mafê mirov û dimukrasî li Îran.