Kêşeyên neteweyî cardin di qada leyîzê de xwe nîşan dan

21:43 - 9 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Roja 16’ê Reşemê û di dema birêveçûna leyîza di navbera tîmên pirspolîs û teraktorsaziyê a Tewrêzê de diruşma “Merg ber Fars” (mirin bi Farsan) hate gotin.

Li nav torên civakî de vîdeoyek hatiye belavkirin ku ku tê de di dema leyîza fûtbolê ya di navbera tîmên Pirespolîs û Teraktorsaziyê de, beşeke berçav ji alîgirên tîma teraktorsaziyê li lîstgeha Azadî de, tevî eyankirina piştevaniya ji tîma xwe, diruşma merg ber Fars dibêjin.

Tîma teraktorsaziyê wekî tîma Fûladsaziyê a Ehwazê bo Erebên Ehwazê, niha bûye sembola netewexwaziya Tirkên Îranê.

Karnas li ser vê baweriyê ne ku sedema serhildana rûdanên bi vî rengî li cihên giştî û werzişî de, vedigere bo wan dengên fetisandî, ku sîsetma deshilatdariya Îranê bi sala ye bi ser neteweyên Îranê de disepîne.

Dr. Kerîma Ebdiyan serokê rêkxirawa mafên mirovan a Ehwazê li ser vê baweriyê ye, ku ew yek nîşana berdewamiya serkuta neteweya Tirk e ji aliyê deshilata nawendî ve.