Kesek din ji binçavkiriyên gundê Nê, radestî Girtîgeha Merîwanê hatkirin

20:35 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: kesek din ji 6 kesên binçavkirî bi destê Hêzên Ewlehiya Komara Islamiya Îranê ji bo Girtîgeha Merîwanê hate veguhastin.

Li gor Nûçeyê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Hemîd Perhîzka temen 18 salî û kurê Ehmed piştî heyvek bê ser û şûn bûnê ji bo Girtîgeha Merîwanê hate veguhastin.

Berîtir Idrîs Kawe Kurê Kerîm piştî lêxistin û kutanek zaf, li derdora bajarê Merîwanê hat peydakirin.

Ji alî din ve çend Gencên Gundê Nê bi Navên Wirya Ferecî, Piştîwan Efserî, Burhan Kîyanpûr temen 17 salî û kurê Usman, Adil Perwaze temen 19 salî û kurê Rehman û hijmarek din Ên wê Gundê hatine binçavkirin ku Çarenivîsa wan ne Rohn e.