Kêmbûna 12 hezar û 790 milyard Tûmenî di îsal de

20:42 - 11 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Rewşa aborî a Îranê di sala 2014’an de, ji sedî 3.6 zêde kiribû, lê di destpêka sala 2015’an de, cardin bi sebeba erzanbûna Petrolê di bazarên cîhanê de, ev rewş ber bi xirabiyê ve çûye.

Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin, yek ji sebebên din yên kêmbûna dahata Îranê, bandora dorpêçên aborî û tîcaretnekrina welatên biyanî digel Îranê ye.
Herwiha ew bûdceya dewletê di 6 mehên destpêka salê, nîşana çalaknebûna beşên dahatên aborî û kêmbûna pişka aboriya welat di warê firotina Petrolê de ye.

“Kumîl Teyêbî”endamê heyeta zanista zanîngeha Îsfehanê di gotûbja digel nûçegîhaniya “ÎSNA” a ser bi Îranê ragehandiye: “Ev aloziyên di demên derbazbûyî de,ku di navbera Îran û Erebistanê de çêbûne, hekî heya demeke kurt jî berdewam bin, wê bandore xwe ya neyînî li ser aboriya welatî me hebe”.