Kedkarekî Kurd li bajarê Tehranê canê xwe ji dest da

12:23 - 7 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa:Wilatiyek Kurd ê xelkê herêma Seqizê seva boyerekê li bajarê Tehranê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, demjimêr 9’ê sibêdeya rojana Çarşem berwar 6’ê Şibata 2013’an,Kedkarekî Kurd bi navê “Dawud Rostemî”li çaxê kar kirinê de li ser saxtimanekê ber dibe û canê xwe ji dest dide.

Dawud Rostemî kurdê Yûsif û xelkê gundê “Arebeleng”a ser bi hrêma Serşîw a Seqizê ye ku di dema kar de û seva kêmtir xemiya xwedîyê kar canê xwe ji dest da.
Çelengên Kedkarî li ser vê baweriyêne ku xemsariya xwediyê kar, nebûna cihê kar û ne sitandard bûna keresteyên kar, li sebebên serke ên can ji destdana Kedkaran e.

Li gor amara tomar kirî li Nawenda Amara Ajansa Kurdpa,li destpêka sal 2011’an hey meha Şibata 2013’an li herêmên Kurd akincî ên Kurdistana Îranê 42’ kedkarên Kurd bi egerên cûr bi cûr cane xwe ji dest dane.