Keç û Jinek Kurd li bajarê Riwanserê xwe şewitandin

13:06 - 14 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li 2 gundên ser bi bajarê Riwanser a ser bi parêzgeha Kurdistanê ,2 jinên Kurd agir berdean bedena xwe û xwe şewitandin ku li encam de yek ji wan canê xwe ji dest da û ya din jibo nexweşxaneyê hat vegohastin.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa: çend rojan berî niha keçek Kurd a bi navê “Leyla Berarî” temen 24 sal û xelkê gundê “Dêsûr” a ser bi bjarê Riwanserê seva feqirî û belengaziyê, agir berda canê xwe ku li encam de canê xwe ji dest da.
Çavkaniyek herêmî bi Ajansa Kurdpa,ê ragehand: jineka Kurd a bi nave “Rena Ebdî” temen 42 sal û xelkê gundê “Binave Çiko”a ser bi herêma Riwanserê seva feqirîyê agir berda cesteyê xwe û bi xûrî şewitî ku paşanê jibo çareseriyê jibo yek ji nexweşxaneyên bajarê Riwanserê hat şandin. Heta niha li ser rewşa saxlemî a “Rena”ê tu zaniyarîyek ber dest niye.
Roja Înê berwar 15’ê Befranbar keçeka Kurd a bi nave “Şilêr Ferhadî” temen 23 salan û xelkê gundê “Qele Gilêne”a ser bi herêma Kirmaşsanê seva rûdawek nediyar bi tifingê xwe kuşt.
Her di wî heyamî de du ciwanên din ê bi navê “ Cemal Yeqûbî” û “Mikayîl Emîrî” xelkê gundê “Husênî” a ser bi herêma “Dêwolan”ê xwe kuştin.