Kebûdwend ji girtîgeha Êvîn: anîn pêyên trajêdiya cinayeta Helbçê û hevkarên wan, çi car jê nayên xilas kirin

12:10 - 17 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: bi nêzîk bûna 26mîn salwegera hêrişa kîmiyayî bi şarê kurd rûniştiyê Helebçê, serokê girtiyê rêxirava bergirî ji mafê mirov li Kurdistan, nivîsik weşand.

Li pişkik ji vê taybet nivîsê de hatiye: tirajêdiya sam ya bombardmana kîmiyayiya Helebçê li 16 March 1988 , yekik ji cinayetên hatî kirin dij bi gelê bê bergir û bin sitema Kurde û ji tirajêdiyên ji bîr naçe û tûmar kirî li dîroka mirovantiyê ye.

Mohemmed Siddîq Kebûdwend li vê nivîsê de şanî dike ku wijdana civaka hişara Kurd, çi car alîkarên tawana tirajêdiya Helebçê, çi car jê nayên xilas kirin.

Naweroka nivîsa ku ji aliyê rêxirava bergirî ji mafê mirovê Kurdistan bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa daye, ewaye:

Li bihora salên borî de, bi 10an operasiyonên serkutker û tecawiz karane bi dij mêran, jinên bê bergirî û zarokên bê tawanên Gelê Kurd, hatine kirin ku bi caran mînak û nîşandekên zor dujwar ji tawanên kirmînal mîna bin bir kirina mirovan, tawanên dij bi mirovantî û tawanên nemirovantiyên nawa şer li naw wan de tê peyda kirin û nasîn, cinayetên ku serok û rêberên hukûmet û dewletên hakim ser herêmên curbicurên Kurdistan, bi taybet li dema dujminatiya dewreyî û nawşeyî, hundirî û herêmî, pitir bi amanca ji naw birina gişt an pişkik ji gurûp û civakên netewî-itnîkî ya netewa Kurd kirine.

Xiarb û kawl kirina kirina 1000an gundan û serkut û kuştina bi hezaran jin û mêr û zarok, bi caran û dem û ciyên cida cida de li her 4 parçên Kurdistan, mîna kom kujî, bin bir kirin û cinayetên ku nayên inkar kirin ku li dehka 80a zayînî li Mukriyan , bi taybet li Qarna û Qelatan û Karêze de qewimîn û yan kuştin û der kirin û aware kirina bi sedhezaran binav kirî bi Enfal û li incam tirajêdiya bi sam ya bombardmana kîmiyiya Helebçê û kuştina bi 1000an jin û zarok û xelkên bê bergirê vî şarî li 16ê March li sala 1988, ji wan cinayetên hatî kirin dij bi xelkên bê bergir û bin zulma Kurd û ji tirajêdiyên ji bîr neço û tûmar kiriya li dîroka mirovantiyê ye.

Em û xelkê Kurd, me ew awir heye ku afirandina cinayet û kuştina jin û zarokên Helebçê, hukûmeta demiya hakim ser Êraqê, bi tinê nebûye û ne tinê ew kesên ku silahxana kîmiyayê dane wê hukûmetê, belku, dagîrkerên biyanî ku bi girtina vî şarê bê bergir, xelkên bin zuma zêdetir bûyî, kire qelxan hember cinayetkarûn tûre û tolhilder, bi rewşik pişkdarê kom kujiya xelkên vî şarê Kurdistanê ne. Ewan li kuştine yekeyeka hizaran jin û zarokên ku bi rebenî bûne qurbaniyê kerb û tol hildan, pişkdarê vê tawanê tên hisêb û pişkdariya wan li wan cinayetên pir ji sam, nayê inkar kirin.

Bi vê hindê ku heya niha hewl nedane ta ya herî kêm, bo çê kirina pişkik zor biçûk ji wan derbên ku bi dil û hizra xelkên Kurd û dîroka Kurdistan, ji gelê Kurd lêbihorînê bixwazin, gere bizanin ku wijdana şara mirovantî û wijdana civaka hişara Kurd, çi car wan bê tawan nabîne û ji civaka naw-netewî yê bixwaze ta bo pêşgirî ji ducare bûna ya ku li Helebçê de hatî pêş û ya her cur cinayet dij bi mirovantî, desdirêjî bi mafê mirov û kirar, cêgir, şîretkar û piêkdarê van cur cinayetan bde nasandin û bi dû bêxine û siza bide.

Tehran, heyva Isfend/ March 2014
Mohemmed Siddîq Kebûd wend
Serokê rêxirava bergirî ji mafê mirovê Kurdistan