Kasibkarek Din Ê Kurd Kete Ber Destrêjiya Hêzên Çekdar Ên rejîma Îranê

14:36 - 4 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Îranê li ser rêya Pîranşehr –Mihabadê kasibkarekî Kurd kuştin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê berwar 12’ê Sermaweza 1391 a rojî, hêzên rejîma Îranê li ser rêya Pîranşehr –Mihabadê li cihekê bi navê “Serê Meydan”ê gule li tirombêla kesek bi navê Îbrahîm Cehan ara reşandin û li encam de navhatî dikujin.

Çavkaniyekî haydar ji bûyerê bi nûçegihaniya Kurdpa’ê ragehand ku hêzên Întzamî yên rejîmê, Îbrahîm tenê li ber gumana firotina meşrûbatên elkolî li pêş çavê her 2 korên wî kuştine.

Îbrahîn Cehan ara, temen 50 salî û xelkê gundê “Hengevê”a ser bi Pîranşehrê ye.

Pêka çavkaniya han, termê navhatî heya niha di nexweşxaneya bajarê Pîranşehrê de hatiye ragirtin û radestî malbata wî nehatiye kirin.