Karmendekî îdareya Perwerde û hînkarî yê bajêrê Selasa Bawecanî hate desteserkirin

20:54 - 30 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: karmendekî îdareya Perwerde û hînkarî yê bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 6`ê Pûşperê, karmendê dezgeha Perwerde û Hînkarî yê bajarê Selasa Bawecanî, yê bi navê ”Salar Remezanî” yê temen 40 salî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, desteserkirina wî karmendî îdareya Perwerde û Hînkarî yê bajarê Selasa Bawecanî, bi bê hebûna destûra dadgehê rûdawe.

Herwisa wî çavkaniya agehdar daye zanîn ku, ew karmende piştî desteserrkirinê bo ciheke nexûya veguhastine û ji qedera wî çi zaniyariyek jiberdest nîne.

Heya weşana vê nûçê, ji sedem ya sebebên desteserkirina wî karmendî, tu zaniyariyek jiberdest de nîne.