JINEKA SÎNEMAKAR A KURD 2 XELAT DI ASTÊ ÎRANÊ DE, DEST XISTIN

20:58 - 5 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Jinek Kurd A Sînemakar di astê îranê de bû Xwediyê 2 xelatên Sînemayî.

Pêka Rapora Ajansa Nûçeyiya Peyamnêr, kurte fîlma “Şûn Pêyê Jiyanê” duyemîn berhemê Xanima “Fatime Destmerd” e û derhênerê wê fîlmê jî Mencûr Çemenî ye.

Fîlma Fatime, baştirîn Fîlma Ezmûniya wê Fistîvalê bû ku Dîploma şanaziyê di Fistîvala herêmiya Dêna de jê re hate şopandin.
\"5540.jpg\"
Her wisa Fîlma wê A bi navê “Bêdengiyê Talawan” di beşa Lawan a Fistîvala Hezretê Elî de beşdar bû û weke Lawa Nimûne hate destnîşankirin.

Kurte fîlma han bi wênegiriya Serkêw Misgirî li derdora Tehranê û li ser Jıyan û Têkiliyên Mirovan hatiye Çêkirin.

Kargêrên wê fîlmê nemaze ji: Nivîs û deranîn ji Fatime Destmerd, Berhem anîn: Mensûr Çemenî, Wênegir: Serkêw Misgerî, Deng: Nadir Tac Abadî, Desndaner: Areş Resafî û bi Ekteriya Perestû Rehmetî Niya, Pêdram Rehmetî Niya û hin Ekterên din.

Berîtir jî kurte Fîlma Bêdengiya Talawan, di hin Fistîvalên Navxwe de beşdar bibû û xelat bi dest ve anîbûn.