Ji bo Roboskê dikare lêborînê bixwaze

13:10 - 23 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdoxan bernameyeka televizyonî ya hevbeşa kanala NTV û Star Tv de bersiva pirsên rojnemevana dan û li ser rewşa siyasî dîtinên xwe gotin.


Di vê bernameyê de li ser bûyera komkujiya Roboskî jî pirsek ji Erdogan hate kirin. Erdogan di bersiva xwe de got: Wek Ak Partiyê me her xwest jiyan hebe ne mirin.Lê hinek her tim di nav daxwaziya mirinê de ne. Doh yekî di parlementoyê de ji bo Uluderê(Roboskê) da ber qira ,lê ji bo Bingolê kesek dengê xwe nake.

Herkes pirsa Uluderê di rojevê de dihêle. Di vê de berpirsiyara medya jî heye. Di berdewamiya axvtina xwe de Erdogan got: Em nizanin çend ji wan sivîlin. Wê dadgehên sivil û leşkerî di vê derbarê de biryara xwe bidin.

Me di vê derbarê de hinek gav avêtin. Me nexwest em bikevin di nava çewtiya Dersimê de. Min ji bo Dersimê doza lê borînê kir. Eger pêwistbe ezê ji bo Uluderê jî doza lêborînê bikim. (rojevakurd)