JI BO DÎTINA GIRTÎ GURÇÎLK FIROT

15:50 - 23 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: welatiyek Kurd ê temen 24 Salî ji bo ku bikaribe bavê xwe ê girtî bibîne, gurçîleyê xwe firot.

“Zeman Agûşî” Yek ji zarokên Mihemed Emîn e ku welatiyên Pîranşarê ne û seva viya ku Zeman bikare Mihemed Emîn di girtîgeha Zahidanê de bîbîne, gurçîlkê xwe firot.

Pêka Nûçeyê Kurdpa û “Çalakên Mafên Mirovên Îranê”, piştî ku Zeman ço Girtîgeha Zahidanê, he ma Nîv demhijmêran izna hevdîtina bavê xwe hebû.

Mihemed Emîn Agûşî bi tometa sîxurî jib o Hukûmeta Herêma Kurdistanê, ji aliyê dozgeha Urmiye ve bi 10 Salan Girtîgehê li Zahidanê hatiye mehkûmkirin.

Mhemed Emîn ku Mamostayê Xanenişîn bû, heyamekî beriya niha di nameyekî de daxuyandibû ku heku berpirsên girtîgehê giringiyê nedin nexweşiya min, ezê gireva birçîbûnê bigirim.