Îsmaîl Ehmedî Muqedem: Kanalên Esmanî Navenda Nifaqê Ne

20:03 - 26 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Fermanderê Giştî yê hêzên Întizamî yên Tehranê ragihand ku kanalên Esmanî dikarin bibin navenda nifaq û pêkanîna fisadê bo têkdana ewlehî û aramiya hikûmeta Îranê.


Îsmaîl Ehemdî Muqedem, Fermanderê Giştî yê hêzên Întizamî yên Tehranê di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Şerq ragihand: “Kanalên esmanî ji aliyê dezgehên zaniyarî ên welatên derve ji warê aborî ve tên piştevanîkirin û ev hevkariya jî di pêxema guhertina kultûra Îslamî de ne.”

Navbirî herwiha got: “Hevkarîkirin ligel kanalên esmanî weke B.B.C û dengê Amerîk (VOA) weke hevkarîkirinê ye ligel dezgehên zaniyarî ên Rojava.

Li gor gotina vî berpirsê, dekomentar, lajebêj û hunermend tenê dikarin ji rêya wergirtina îznê beşdarî di kenalên esmanî de bikin.

Dezgehên ewlekarî ên Îranê heyamek beriya niha jimareyek ji fîlmsaz û dekomentar bi tawan hevkarîkirin ligel kanala B.B.C destbiser kirin.

Heyder Muslihî, wezîrê Îtilaata Îranê eşkere kir: “B.B.C binkeya rêxistinî ye û erkê wê jî siyasî û îtilaatî ye û armanca wê xebat dijî welayeta Feqîh e.
Hesen Fethî mînaka herî dawîn ên destbiserkiriyan e ku piştî hevpeyvînkirin ligel B.B.C derbarê teqîna enbara teqemenî ya Sipaha Pasdaran, hat destbiserkirin.