Iran
Karsaza berê ya balyozxaneya Firansayê li Tehranê hate binçavkirin
Di dema vegeriyana bo Îranê, karsaza berê ya balyozxaneya Firansayê li Tehranê, “Nazek Efşar” hate binçavkirin.
Nerazîbûna xwendekaran ji ber gazîkirinên berfireh ên neyasayî
12 rêxstinên pîşeyî yên xwendekarî di Îranê de, di beyanameyekê de derbarê gazîkirina zêdeyî 150 xwendekarî di heyama du mehan de, ji aliyê komîteya înzibatî a zanîngeha Tehranê û zanîngeha “’Îlm û Sen’et” (Zanist û Pîşe) de nerazîbûna xwe…
Rewşa mafên mirovan di Îranê de guhertineke bingehîn bi ser de nehatiye
Reporterê taybet ê mafên mirovan ê NY cardin rexneyên tund li rewşa mafên mirovan bi taybetî pêkhateyên neteweyî û ayînî ên di bin deshilata hikûmeta Îslamiya Îranê de girt.
Berevajî xwasteka kedkaran, heqdestê wan bo sala nû hate diyarîkirin
Di demekî de ku hêla hejariyê bo malbatek 4 kesî di Îranê de 2 milyon û 700 hizar Tûmen hatiye diyarîkirin, “Şêvra Bilind ya Kar” ragehand ku, aliyê kêm heqdestê kedkarekî di heyvekî de bo sala dahatî, 811 hizar Tûmen hate diyarîkirin.
Kêşeyên neteweyî cardin di qada leyîzê de xwe nîşan dan
Roja 16’ê Reşemê û di dema birêveçûna leyîza di navbera tîmên pirspolîs û teraktorsaziyê a Tewrêzê de diruşma “Merg ber Fars” (mirin bi Farsan) hate gotin.
Rejîma Îranê neçar e ku pere bide kurê Şapûr Bextiyar
Dadgeheke Amerîkayî rejîma Îranê bi vê mehkûm kir ku dibe bi sedema terora Bextiyar di sala 1991’an de, pere bide kurê Şahpûr Bextiyar.
Elî Esxer Cehangîrî: “Me di girtîgehên xwe de, tu girtiyên siyasî nînin”
Elî Esxer Cehangîrî, berpirsê girtîgehên Îranê got ku di girtîgehên Îranê de, tu girtiyên siyasî tunînin, û eva jî di demekî de ye, ku hejmareke çalakvanên siyasî û rojnamevan di girtîgehên Îranê de ne.
Rê nehat dayîn ku Komara Îslamî here civîna “Hevkariya Îslamî”
Piştî ku Erebistana Si’ûdî rê neda ku şandeya Komara Îslamî di cîvîna “Hevkariya Îslamî” ya li bajarê “Cedê” pişikdar be, Komara Îslamî ragehand ku wê dengê nerazîbûna xwe bigihîne cihên hewce.
Komarîxwazên Amerîkayê rexne ji hilbijartinên Îranê girtin
Redkirina kêrhatîbûna berbijêrên çaksazîxwaz bo hilbijartinên 26’ê Şubatê di Îranê de, weke despêka bêhêvîbûnê li hember lihevkirina navkî ê di navbera Amerîka û Komara Îslamî de tê nirxandin.









