Îran/ Li 4 karkeran 3 bin hêla hejariyê de dijîn

14:01 - 17 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Kirîza oborî a Îranê jiyana şêniyên wî welatî bi astengiyan re rû bi rû hîştiye. Karker li welatê Îranê ji nifşa herî hejar a civakê ne ku tu hêviyên wan bi jiyanê re nemane.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, karkerên welatê Îranê sedî 50 ‘î zêdetir ji heqdestê xwe di karûbarên leşsaxî û tendurustiyê de dimezixîn in. (xerc dikin) Ji ber vê yekê şiyan (tewan) a kirîna kelûpelên normal û pêdiviyên din yên jiyanê bi wan re namîne.

Herî kêm heqdesta mehane a kedkarekî li welatê navborî bo evsal 608 hezar tûmen hatiye destnîşan kirin; di demekê de ku pereyê Îranî bi awayekî berbi çav daketiye; her 100 hezar tûmen ligel nêzî 30 Dolarê Amerîkayî beraberî dike.

Tevî vê hindê ku payîza borî “Frakasiyona Kargerî”a parlamentoya hikûmeta Îslamiya Îranê ragihanbû: Divê sala pêşiya me (Newrozê şûnde ) heqdest ji bo her karkerî ji 1 milyon û 600 hezar tûmen kêmtir nebe. Lê li gor zanistên karnasên aborî di rewşa îro ya kirîza Îranê de, ew biryar dê ser kaxizê bimîne.

Gorî texmîna lêkolînerên biayvên aborî û civakî, xercê hermalbateke rûniştiyê bajaran li Îranê evsal dê 21 miyon û 864 hezar Tûmen be ku liçav sala borî 1 miyon û 266 hezar Tûmen zêdebûn bi xwe digre.