Îran vîzayê nade Parlimanterên Ewropayî

13:38 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: Hikûmeta Îslamî a Îranê vîzayê nade bi lêjneyên pêkhatî ji endamên perlemana Yeketiya Ewropayê bi merema serîlêdana ji wî welatî.

Malpera BBC ji zarê Tara Giranbêrg berpirsê lêjnêwe da xuya kirin ku, biryar bû lêjneya pêkhatî ji endam perlemanterên yeketiya Ewropayê bi merma nirxandin û şirovekirina rewşa hundir a Îranê tevî hevastên xwe rawêj û rûniştin hebe. Giranbêrg herwisan got ku: Hikûmeta Îslamî a Tehranê ji dana vîzayê bi lêjneya han xwe bihorand.
Li gor gotina Kiranbêrg, vê lêjneya perlemanterên Yeketiya Ewropayê dixwastin hevdîtinê tevî neraziyên hundir yên Îranê pêk bînin. Hikûmeta Îslamî a Tehranê heya niha tu ronkirinek derheq bi nedana vîzeyê ji perlemantrên yeketiya Ewropayê re eşkere nekirye. Tara Kıranbêrg eşkere kir ku, li gor bernaeya darêtî ev dixwazin hemî salê lêjneyek bo nirxandina pirsa mafê mirov ji Îranê re bişînin. Yeketiya Ewropa û wilatên xwedîhêze Ewropayê di wan çend salên dawî de, bi merema givaş xistin bo ser Hikûmeta Îslamî a Îranê derheq piroseya navokî û pirsa mafê mirov tevî Amrîkayê hevdeng bûne.