Îran: “Têlêgram” û “Îmo” ketin ber tîxa sansorê

21:12 - 17 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî axivtinên hinek ji berpirsyarên payebilind ên Îranî, du pirogramên epilikêşin ên nivşa nû jî hatin fîlterkirin.

Li gora wan raporên ku belav bûne, di heyama rojên borî de bikarhînerênÎ Îranî du pirogramên telegram û Îmo digel kêşeyan berbirû bûne, û pirogramênm wan li înternetê de hatin daxistin.

Di niha de malpera telegram li înternetê de hatiye daxistin û bikarhînerên wê tenê li ser mobile û yan jî ji riya dijî fîlterê ve dikarin serdana vê pirogramê bikin.

Kempîna navneteweyî ya mafln mirovan ew bertengkirin vegerande ser hişdariyên Spaha Pasdaran û bi piştqahîmiya bi wan raporan ku jê re hatine şandin, ku bi sedema kêşeya li “DNS” a pirograma Îmo, bikarhînerên vê pirogramê bi tu awayî nikarin, mifahê jê bistînin.
Hinek ji nûçeyan jî bas ji kêşeyên di nav pirograma Bee Talk dikin.

Xamineyî bas ji nifûza dijminan kiribû ku ji aliyê dem û dezgehên nêzîk ji beyta rêberî, bi nifûza dijminan li cîhana mecazî û şerê nerm hatiye binavkirin.

Piştî dijberiya bi berçav ya dewleta “Tedbîr û Omîd” di gel fîlterkirinê di Îranê de, nawendên ewlehiyê dest kiirn bi jikarxistina malperên civakî.

Li gora wan raporên ku hatine belavkirin, piştî ji kar xistina telegramê, rêjeya bikarhînerên vê li Îranê de zêde bûne, û heya niha zêdetir ji 15 milyon carî li google hatiye dabezandin.