Îran di warê şadbûnê de, di pileya 105’an de cih digire

20:42 - 17 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Li gor lêkolînên dawiyê yên di asta cîhanê de, Îran pileya 105’an, di warê şadbûnê û welatê Danîmarkê jî pileya yekemîn bo xwe misoger kirine.

Li gor rapora tora geşepêdana rêkarên berdewam û avakera erdê a zanîngeha Kolombiyayê ku asta şadiyê di welatên cîhanê de heldisengîne, di lêkolînên xwe yên wê dawiyê de eşkere kiriye ku hemwelatiyên Îranê di warê şadbûnê de, di cîhanê de, pileya 105’an cih girtiye.

Herwiha, welatê Amerîka, pileya 13’an, welatê Alman pileya 16’an û Îran jî di nav 157 welatên cîhanê de, pileya 105’an di warê şadbûnê de cih girtine.

Welatên weke Danîmark, Swîs, Îslend, û Feland jî, pileyên 1ê heta 5’an de cih girtine.

Ev lêkolîn li gor pêrevên weke berhemên paqij nebûna welat, asta gendeliyê(dizî), hêvî neman bi jiyanê û azadiyên siyasî û civakî hatine encam daîn.

Welatê Îranê di derbarê, rêzbemdiyên cîhanê di warên cur bi cur de berdewam pileya nizmiyê heye û her eva jî nîşana vê yekê ku welatê Îranê tevî hebûna hemû çavkaniyên aborî, dîsan asta dahata xelkê wî welatî di rewşeke nebaş deye.