Hûsên Baqirzade: Hindik kes dilgiranî û nerihetiya xwe di mafên mirovan de bi hevregezên xwe taybet dikin ku eav jî bi qasekî xwezaî ye.

13:17 - 11 Kanûna pêşîn 2014
Serjimêriya zêde ya bi dar vekirinê li Îranê ,di gel bertek dana tund ya çalakvanên mafên mirovan di hundir û derveyî wî welatî de rû bi rû bûye ku ew, vê yekê sedema afirandina tundajoyê di civakê de dibînin.

Gorî amarên ajansa nûçegihaniya Kurdpa ji 3’ê Tîrmeha sala 2013’an heya 3’ê hemen mehê ya sala 2014’an, li ser hev 814 kes li Îranê hatine bi darve kirin.

Çalakvenekî mafên mirovan derbareya îdam kirinê, peyamnêrê Kurdpa re weha diaxife: Hemû kesên ku muhlet û miaş didin bi celad û hakimên bi xezeb di piratîkê de ligel wan hevpar in û kuştinê wek karekî normal û adî di civakê de dibînin.

Hûsên Baqirzade di wê hevpeyvînê de amaje bi bê curetî û sistiya Rûhanî hembe aliyê tundajo yê hikûmeta Îranê de dike û hemû sozên wî bêtir di gotinan de dibîne heya warê piratîk û emel de.

wekhev bûn û ciyawaziyên navbera siyasetmedarekî çalak û çalakvanekî mafên mirovan di deverên Kurdakincî de, pişkek din ji wê hevpeyvînê ye ku naveroka wê eva ye:

Kurdpa: Emê nivîsîna te ya sala borî bi bîr bîn in ku te amaje bi vê yekê kiribû (nakokî kirin derbareya bi dar ve kirina li Îranê) watiya siyasî bi xwe girtiye. Gelo! Bi nerîna te çima îdam kirin li Îranê bêtir bi kesê ku îdam dike (hakimiyetê) elaqedar dibe heya kesê ku tê îdam kirin?
Hesen Baqirzade: Bi vê sedemê ku mafên mirovan elaqe û peywendî bi mirovan re heye û her kesî jî bi xwe digre. Îdam cezayeke qaşoyî mirovayetiyê ye û nabe derheq tu kesekî de bê encam dayîn.Tu kes(nemaze dewelata pirr çek) nabe bi zanîn û nerîneke dijberane dîlên şer, bi serhemdî xwe bikuj e. Îdam kuştin e, kuştioneke biqesd û ser hemdî xwe ku bi plan danîn û agahyên pêştir der bareya kesekî dest û pê girêdayî de birêve diçe, eva di demekê de ye ku hikûmet hemû desthelata xwe bi ser kesekî ku bi xwe mehkûm kirî de, zal dibîne.Hîç însanekî mafê vê hindê nîne daku biqesd însanekî din bikuj e-bi xasmanî eger însanê qaşoyî wî dîl û esîr be û nikeribe xwe biparêze. Eva ku însanê dîl girtî, dijberiyek,(bawerî (eqîdetî), siyasî yan di her biyave (zemîne) ke din de),li gel kes yan hakimiyeta ew girtî de hebe, hewce nake tu bandorekî bi ser kuştina wî de bike.

Qetil û kuştin di her civakekî de pêk tê û cezadana tawanbaran ji erkên her civakekî ye. Lê pileya mirovayetiya civakekî bi vê yekê werdigere ku çavan hember kuştin û cenayetan ji xwe bertek bide û biryara dawîn derbixe.civakek însanî tê pejirandin ku di kiryarên cezadanê de tundajo nebe û di wê civakê de celad, hakimên bikîn û kesên îdamker tu ne bin. Kujer û cinayetkaran bo kuştinê ji civakê muhlet negirtin e lê celad û hakimên bi kîn û xezeb ne tenê ji bo kiryarên xwe li civakê muhlet û îznê distînin belku miaş (mehane) jî werdigrin.Hemû ev kesên muhlet û miaş bi celad û mîrên bi kîn û xezeb didin, bi awayekî piratîk di kiryarên wan de hevpar in.civak pirr e ji însanên celad û mîrên bi kîn û xezeb.
Jiyana kesê ku hukmê bi dar vekirinê jê re hatiye pesend kirin, tevlî hest, piratîk, raman, kiryarên baş û xirab, kul û derdan, bi darvekirê re dawî pê tê. Ew îdî nemaye, tune bûye ; ew niha cesteyekî bê rûh e, ne derdekî hîs dike, ne hestek heye û nejî hevceyî dilsojî û alîkariya derdorên xwe heye. Lê ji aliyekî din, kesê îdamker(ewê ku xelkê îdam dike) dimîne û ligel civakeke ku divê paşmayî û bûyerên piştî îdam kirinê bikaribe bersivekî jêre peydabike û xwe û herkesî îqnai bike- îdamker û celadên ku bi ser hemdî xwe xelkê îdam dikin ; mirovan bi saxî bi dar ve dikiin û her amadene disan agirê îdam kirinê gurtir bikin, tovê tundajo bûnê li civakê direşînin û kuştinê li ber çavên xwe yên( pirr kîn û nefret) wek kiryareke normal û adî dihesibîn in.Cinayetkar dikare bê kuştin ê daku civak ji dastê wî bikeve tenahî de lê hakimê bikîn û îdamker bi serbestî nav civakê de digerin û her tim îdam kirinê didomîn in. pirsgirêka îdam kirinê, hebûna îdmker e. Divê hefsarê îdamê ji destê îdamker bê derxistin û li cihê tundajoyî li gel tawanbar û kujeran, her wek civakên însanî ku bi dehan sale ji qirêja îdamkeran hatine paqijkirin,helsûkevt û reftar bi wan re bê kirin.

Kurdpa: Gengeşeya binpêkirina mafên mirovan li danustandinên Rojava li gel hikûmeta Îslamiya Îranê, gelo! bi awayekî du alîyane berjewendiyên siyasî têdene yan mijarê wek stratîjiyekî di navbera xwe de dihesiibîn in ?
Hûsên Baqirzade: Navendên mafên mirovan ên Îranê û gellek welatên cîhanê yên bi bandor li ser bernameya Navokî a Îranê, xwestibûn daku pirsa mafên mirovan di pirogilama Navokî de bê ber çav girtin û evê ji bîr nekin.raport derdixin ku ew pirs bi kêmasî be jî berçav hatiye girtin, di hember vê yekê hikûmeta Îslamiya Îranê dixwaze û bi micid hewil dide mijara mefên mirovan li bernameya gotûbêjan der bixe.Hindik belgenameyên din jî hene ku derdixin zext û givaşên civaka cîhanî, ji riya danustandinan û her weha civîna wan dawiyan a konseya mafên mirivan a saziya Neteweyên Yekbûyî derheq mafên mirovan li Îaranê û raportên Ehmed Şehîd, mafên mirvoan li Îranê, hêdî hêdî bandor li ser reftara Îranê dike bo nimûne wê dawî de hatie ragihandin ku hikûmeta Îranê dixwaze hûkmê îdam kirinê di hidik haletên derheq tawanbarên bazarganîkirin bi madeyên hişbir de guhertinê bi ser de bîne ku eger ksedî 80 ji îdaman li welatê Îranê tê kêm kirin.

Bi her awayekî guman têde nîne ku welatên ku di danstandinên de pişikdar in,berjewendiyên xwe zêdetir berçav digrin, lê zextên navendên mafên mirovan û rewşa xirab a mafên mirovan li Îranê boye astengek, daku ew nikaribin bi bêy ber çav girtina rewşa mafên mirovan li Îranê, danûstandinan bigihînin encamekî.Serbarê wê hindê ew bîrokeye heya radeyekî di hindik civînên Rojavayî de jî hatiye pejirandin ku di egera pêkhatina Îraneke demokratîk de, baştir ew pêvajo yê bi rêve here. Ji ber vê yekê hindik siyasetmedarên Rojavayî amdekariyeke zêdetir bo wê hindê ku pirsa binpêkirina mafên mirovan di gotûbêjên Navokî de behs jê bê kirin, ji xwe nîşan dan.

Kurdpa: Aya Hesen Rûhanî ew sozên ku beriya hilbijardinan derbareya çareser kirina pirsgirêkên mafên mirovan û keramet û hurmeta hemwelatiyan qala wan kiribû, bi cî anîn e ?
Hûsên Baqirzade: Hindik belge hene ku derdixin Rûhanî dixwest wê derbareyê de karekî bike. Lê wî di cî bi cî kirina sozên xwe de ev berxwedan û curet ne bûye ku qaşoyî hêzên dijberî xwe û bi xasmanî Xamineî de bisekin e.ew hîna jî tekez dike ku bi soz û qewlên xwe pabend e. Berevajî vê yekê ku şuna piratîk û emel de tenê soz û qewlê vale jî wî dimîn in.Wek sozab kesekî ku bibeje mirovekî ezê alîkariya te bikim lê ewê alîkariyê tenê bi gotinê bicî bîne, gelo! çi bihayek bi vê soz û gotinê re dimîne.? Her çavan be li Îranê hêzên ku qaşoyî “Rûhanî sekinîn e, ji wî xurtir in, eva di demekê de ye ku Hesen Rûhanî zêdetirî hemû aliyên siyasî di nava sîstema Îranê de bûye û diviya zêdetir bi ser wan siyasetmedarên nav sîstema hikûmetê de zal ba, lê em dibînin ku siyast bervajî wê yekê li sîstema Îranê de dimeşe û Rûhanî ji divê bi wê yekê mukir bê.

Kurdpa: Heyamek berya niha Îran bi hinceta ku “qedexekirin digîje encameke berevajî” ji ber vê kunwansiyona qedexekirina zewaca kêmtir ji 18 saliyê wajo nekir.Gelo! bi berçav girtina zêde bûna temenê zewacê û bilindbûn ji rêje derketî a zewaca nefermî (zewaca sipî) ev nêrîne ê çi bandorekî ser rewşa zarokan, nemaze keçan de bîne holê?
Hesen Baqirzade: Ew hecet bi yeqîn wek laqidiyekî dimîn e. Hekî bi rastî karbidestên hikûmeta Îranê bawertî bi vê yekê hebana ku “qdexekirin encameke berevajî heye” sîstema xwe li ser dûrxistina welatiyan ji azadî, mafên rewa û xweşiyan ava nedikir in.Bi her awayî, firotina zarokan ser navê zewacê di yasaya wî welatî de karekî bi rewa ye û hewila danên çalakvanên mafên mirovan jî derheq wê pirsê de tenê bandoreke sînordar hebûne.bilindbûna temenê zewacê û her weha zewaca neyasayî( zewaca sipî) di welatê Îranê de sebeba pêkhatina gellek bûyerên wek rewşa aboriya xelkê û guhertiina çanda civakî dibe û heya dikare bandoreke kêm bi ser cîhanê de jî hebe.Lê belê nebona çarçoveyan û piştevaniyên pêwîst ên yasayî û sivîl ji wê guhertina çandî û avakirina malbateke nû, dikare teisîr û bandorên gelek xirab liser tak(nemaze jinan) hebe , ji ber ku mafên wan di zewaca ne fermî û ne yasayî(zewaca sipî) de nehatita diyar kirin û tezmîn nebûye(belku mimkin e heya bêne tepeser kirin jî) û her weha bo zarokên ku car na ji pêkhatinên wan zewacan, ji dayîk dibin tu mafek di yasaya Îranê de nehatiye dest nîşan kirin.

Kurdpa: Çi ciyawazî û wek hevbûnekî di navbera siyasetvanekî çalak û çalakvanekî mafên mirovan, di rewşa îro ya Îranê de ti dibînî ?
Hesen Baqirzade: Derbareya wekhevbûnê de ez dikarim bibêjim ku her duk dikarin hikûmetê bi muxateb bigrin, lê bi wê ciyawaziyê ku kesê siyasetvan xurtbûna siyasî bi xwe re kiriye armanc, ev di demekê de ye ku çalakvanê mafên mirovan armanca wî guhertina helsûkevt (reftar) ên hikûmetê (di biyavên mafên mirovan) de ye û di partî, bizav, alî û saziyeke taybet piştevanî nake anku li pey gihîştin bi desthilatê nîne.Bi rastî çalakvanê mafên mirovan nabe xwe têkel bi bernameyên siyasî û armancên wê bike. Her şêweya têkelbûn ligel pirogilamên siyasî bi baş an xirab, mitmaneya çalakiya hiqûqî ji holê dirake; ji aliyekî din ve her nerîneke siyasî bi çalakiya mafên mirovan, dîtineke alîgir di çalakiya mafêm mirovan de tîne holê û esalet û bê alîgiriya wê çalakiyê ku girêbesteke cihanî ligel mafên miron heye bê mitmane û lekedar dike.

Kurdpa: Herî kêm di dehikeke borî de gotûbêja mafên mirovan li Îranê wek meseleyeke hizrî çav lê tê kirin di demekê de ku em dibînin mafên mirovan bi awayekî berçav li wî welatî de bin pê dibe, aya! wesifandinên me ligel pirsgirêkeke bingehên rû bi rû ne yan binpêkirin ji aliyê hakimiyetê we watedar dibin ?
Hûsên Baqirzade: Zêde bûna binpêkirina mafên mirovan li Îranê bi wê sedemê her tim li wî welatî berfireh dibe ku desthilatdarên welatê Îranê ne tenê têkelî axaftin(goftiman)a mafên mirovan li wî welatî bûne belkî qaşoyî wê teblîx jî dikin û çalakvanên mafên mirovan tepeser dikin. Helbet hikûmet hewil dide binpêkirina mafên mirovan înkar bike û raportên navendên cûr bi cûr ên Neteweyî û Nawnetyeqweyî dijberî xwe nerdurist, yek alî û piropagende nîşan bide, yan bi mifah wergirtin ji keleya Îslamê û ciyawaziyên çandî, rewa bûnê bi gotin û kiryarên xwe re biafirîn e.Wesifandinên me helbet mimkine hidik caran ligel pirsgirêkan rû bi rû be, lê navendên hatinî naskirin ên mafên mirovan ên Neteweyî û Nawneteweyî, karûbarên xwe bi başî bi rêve dibin û di rêbazên xwe de rastî arîşeyan nayên.

Kurdpa: Gelo we bi wê gotina bilav bûyî di civakên siyasî û hiqûqî de bawerî heye ku binpêkirina mafên mirovan di navbera kêmêneyên êtnîkî (bi gotina Hikûmetê) nemaze Kurdan, ligel sistî û siyaseteke xelet rû bi rû bûye û tene bi nerîneke navendgerayî mafên mirovan li Îranê tê ber çav girtin?
Hûsên Baqirzade: Mixabin ew sistî û bê watedar dîtin ne tenê derbareya Kurdan û kêmînyên din yên etnîkî de birêve diçe belkî derheq piraniya girûpên civakî (bo nimûne Behayî û...) tê dîtin. Helbet nabe rê bê dayîn da ku gotûbêjên siyasî yan nakokiyên bawerî (eqîdetî) pirsên girêdayî bi mafê mirovan bixe bin tîrêjên xwe de.Her însanek xeynî baweryên siyasî , olî, peywendiyên girûpî û taybetmendiyên şexsiyên xwe, mafên mirovî yên wekhev û beraber li gel hemû însanan ji heye û tu taybetmendiyên wî jî, nabe me ji parastina mafên mirovî yên wî dilsar û bê hêvî bike. Her wek ku ligel cezayê îdamê; heta derheq mezintirîn cenayetên ku diqewim in, divê em qaşoyî vê rawestin, der bareya mafên mirovan de jî divê em ji hemû kesî heya kesên ku ji bîr û hizrên siyasî de sedî sed dijberê mene jî piştevaniyê lê bikin û rê nedin daku nakokiyên siyasî bibin sedema na wek heviyê di navbera mafên mirovan de.Ji aliyekî din ve tê dîtin ku hidik girûpên ku zext û givaşên teybet li ser in, dilgiranî û nexweşiya xwe bêtir di derdorên xwe de dibîn in, her çend ev yek car na xwezayî ye lê tenê bi dîtineke berfireh û giştî a mafên mirovî di navbera hemû nifşên civakê de, em dikarin bi gotûbêjeke wekhev ya Neteweyî bigehin û biyaveke yekgirtî ya Neteweyî çê bikin.

A: X. Lehon