Hunermendekî Kurd di Mardînê de pêşangehekê lidar dixe

14:41 - 19 Şibat 2017
Ajansa Kurdpa: Seywan Se`îdiyan hunermendê Kurd bona tomarkirina pirojeya “Sêva Mêxek” hewleke nû daye, û di wan rojan de mijûlî karkirina pirojeyeke nû bi hesinên Kevn e.

Herwiha ev hunermenda, derheq karê xwe yê nû dibêje: Di meha 11’an a sala 2016’an bo heyama deh rojan di deh gundên bjarê Mardînê de min pêşengeh daniye.

Hêjayî basê ye ku, her roj bi wan hesinên ku zarokên gundan dianîn, ji wan hesinan minpêyker çêdikirin, û weke diyarî min pêşkêşî gundan dikir.

Herwiha navbirî pirojeyên xwe kirine belge fîlmek bi navê “Bayê xewnên pêykerên min dizî” çêkiriye, û niha jî di Tehranê de di halê montajkirinê de ye.