“Saman Nesîm” girtiyê siyasî hêşta jî nehatiye berdan
Girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de, tevî bidawîhatina heyama cezaya wî, ev nehatiye azadkirin.
Girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de, tevî bidawîhatina heyama cezaya wî, ev nehatiye azadkirin.
Cezaya hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, di dadgeha pêdeçûnê de bi 6 sal hepsa te`izîrî hate kêmkirin.
Dadgeha Şoreş a bajarê Tehranê yek ji birêveberên malpera “Meczûbanê Nûr” bi 12 sal heps, 74 derbên qamçî û 2 sal dûrxistin ji bo devera Selasa Bawecanî hate ceza dan.
Sê kolberên xelkê bajarê Pîranşarê ji ber gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine birîndarkirin û kuştin.
Kolberekî Kurd di sînorên di navbera parêzgeha Urmiyê û welatê Turkiyê rastî destrêjiya gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hat û jiyana xwe ji dest da.
Taya 1 ya Dadgeha Giştî ya bajarê Seqizê, bi 74 derbê qamçî û dana perê next, çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê û herwisa alîkarê Ajansa nûçegihaniya “Mukriyanê” ceza da.
Piştî derbazbûna 3 hefteyan bi ser binçavkirina çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Sine, heyanî niha jî çarenivîsa wî nezelal e.
“Şîrîn Îbadî” Çalakvana Mafê Mirovan û hilgira xelata aştiyê ya “Nobel”ê, da xuyakirin ku, yasaya bingehîn ya Hikûmeta Îranê, bi dilxweşkirineke nezanane û baweriyeke korane ya xelkê di referandoma sala 1358`an de hatiye pejirandin.
Girtiyekî siyasî yê Kurd ku di girtîgeha bajarê Sine de bû, û heyama hepsa xwe derbaz dikir axa xwe bi cih hêla.
Saziya Berevankar a Mafê Mirovan ya Kurdistanê, di daxuyaniyekê de terorkirina “Îqbal Muradî” bavê “Zanyar Muradî” girtiyê siyas yê Kurd yê mehkûm bi cezaya îdamê şermezar kir.