Welatiyekî Kurd di Şinoyê de hate binçavkirin
Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mela Cimşîd Hemîdî” kurê “Mehmûd” xelkê gundê “Şawane” yê ser bi bajarê “Şinoy”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mela Cimşîd Hemîdî” kurê “Mehmûd” xelkê gundê “Şawane” yê ser bi bajarê “Şinoy”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Mamostayekî olî yê bi navê “Resul Hemzepûr” xelkê gundê “Xirape” yê ser bi bajarê Pîranşarê û pêşnimêjê gundê “Endêze” ê girêdayê bexşa “Lacan” a Pîranşarê piştî du heftî binçakirin, çarenivîsa wî nediyar e.
Cezaya salek hepsa te`izîrî ya çalakvanekî mezhebî yê bi navê “Silêman Xêredest”, temen 43 sal û xelkê gundê “Daşbend” ya ser bi bajarê Bokanê bo 9 meh hate kêmkirin.
Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, çalakvanekî Sunî mezheb yê bi navê “Ezîz Heyderpûr” temen 37 sal û xelkê gundê “Kerêz” ya ser bi beşa “Enzelê”û Rûniştiyê bajarê Urmiyê piştî bi dawîhatina lêprsîna wî bo girtîgeha navendî a Urmiyê hate…
“Behmen Qubadî” Sînemakarê naskirî yê Kurd bi belavkirina postek li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê, li derheq cezaya ku bi ser “ Şakir Bêhrûzî” girtiyê sîyasî yê Kurd di girtîgeha Urmiyê de hatî sepandin nerazîtî nîşan da.
Roja şemî 19ê Rezberê welatiyekî Kurd ê bi navê “Osman Xudakeremî” kurê “Kerîm” xelkê gundê “Wetemîş” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate bincavkirin.
Di encama lipeyketina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de kasibkarekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê “Hîva Wekîlî” kurê “Kerîm” canê xwe ji dest da.
Di heyama rojên derbasbûyî de, sê welatiyên Kurd yên xelkê Merîwanê yên bi navên “Hamîd Dadstan” temen 50 sal û “Soran Dadstan” temen 22 sal û “Hemdî Debistanî” temen 40 sal, xelkê gundê “Degaya Şêxan” ya ser bi bajarê Merîwanê ji aliyên…
Demjmêr 9ê şeva Duşemî 21ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Wezîr Weysî” xelkê gundê “Cocar” a girêdayê Selasa a Bavecanî bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.
Roja Şemî 19ê Rezberê, çalakvanekî medenî yê Kurd yê bi navê “Efşar Fethî” kurê “Ehmed”, xelkê gundê Tengîser a girêdayê Jaweroya Sineyê bo derbaskirina heyama hepsiya xwe bo girtîgeha navendî ya bajara Sineyê hate veguhastin.