“Efşîn Husênpenahî” bo dadseraya giştî û şoreşa bajarê Sineyê hate gazîkirin
Çalakvanê medenî“Efşîn Husênpenahî”, bo taya 2 a lêpirsê dadseraya giştî û Şoreşa bajarê Sineyê hate gazîkirin.
Çalakvanê medenî“Efşîn Husênpenahî”, bo taya 2 a lêpirsê dadseraya giştî û Şoreşa bajarê Sineyê hate gazîkirin.
Sibêdeha roja Şemî 22`ê Xezelwerê, 6 welatiyên Kurd ên bi navên “Ferîd Direxşanî, Keyvan Mînûyî, Ebdullrehman Efşar, Îdrîs Behramiyan, Ebdullrehman Eştek û Mihemed Ehmedî” xelkê bajaroka “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî…
Roja Pênşemî 20 Xezelwerê, 3 welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb mînayî”, “Cemal Ezîzî” û “Saman Xusrewî” ên xelkê gundê “Pîr Omran” ê ser bi bajarê Seqizê, bo îdareya Îtla`ata wî bajarî hatine gazîkirin.
Di berdevamiya binçavkirinan de li bajarokê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, welatiyekî din ê bi navê “Ebdurehman Eştek” ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hate binçavkirin.
Roja Pêncşemî 20ê meha Xezelwerê, 15 welatiyên Kurd bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Baneyê hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.
Roja Pêncşemî 20 Xezelwerê, girtiyê berê yê siyayî “Omer Şerîfî Bokanî” ku xelkê Bokanê ye lê di bajarê Tehranê de dijî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.
Roja Pênşemî 20 Xezelwerê, rojnamevan, helbestvan û nivîserê Kurd “Îrec Ebadî”, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.
Roja Dûşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyeka Kurd a bi navê “So`ida Xedîrzade” keça Rehîm, ji girtîgeha Îtla`ata Spaha Pasdaran bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Enver Resûlî” 45 salî kurê Resûl û xelkê gundê “Ebulhesen” ê ser bi bajarê Baneyê bi danîna barimteyê ji girtîgeheke ewlehî ya wî bajarî hate azadkirin.
Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Kerîm Xendedar” xelkê gundê “Mîr Şêxheyder” ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.