Li bajarê Seqizê du welatiyên Kurd hatin binçavkirin
Roja Çemî 9`ê Rêbendanê du welatiyên Kurd yên bi navên Zemane Zîviye û Miqdad Hesennijad naskirî bi Kardox, xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Roja Çemî 9`ê Rêbendanê du welatiyên Kurd yên bi navên Zemane Zîviye û Miqdad Hesennijad naskirî bi Kardox, xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Şeva Şemî rêkevta 9`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi anvên Eyûb Hedîsî û Rehman Xêdmetguzar, xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiya hikûmeta Îranê ve hatin desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, “Keywan Mînûyî” çalakvanê medenî û mamosteyê zimanê Kurdî û xelkê gundê “Nêy” ya girêdayî bajarê “Merîwan”ê, piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê “Sine”, bo girtîgeha bajarê…
Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Faroq Nîkpey” bi danîna barmteyê, ji girtîgeha bajarê “Merîwan” ê hate azadkirin.
Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, cezaya îdamkirina girtiyê Kurd yê bi navê “Mîrsultan Emîrî” xelkê bajarê Şinoyê di girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê de hate cibicîkirin.
Roja Çarşemî 6`ê Rêbendanê, civînên dadgehîkirina Osman Îsma`îlî û Mehmûd Salihî, du çalakvanên kedkarî yên xelkê bajarê Seqizê ku bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”hatbûn mehûmkirin, li taya 3ê a lêkolîna dadgeha Şoreşî a wî bajarî de…
Roja Çarşemî 6`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Diyako Tara” kurê Resûl xelkê gundê “Kêlesîpan”a girêdaî devera “Lacan” a ser bi bajarê Pîranşehrê bona cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.
“Mîlad Rostemî” xelkê bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmet Îranê, li ser sînorê bajarê Newsûdê hatibû birîndarkirin, û piştre bo nexweşxaneya “Taliqanî”ya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.
Roja Sêşemî 5`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Çiya Aqabeygpûr”, kurê Ehmed Xelkê gundê “Rehîmxan”a girêdayî bajarê Bokanê, bona cîbicîkirina cezayê wî, navbirî bo girtîgeha wî bajarî veguhastin e.
Roja Sêşemî 5`ê Rêbendanê, kolberê Kurd yê bi navê “Mîlad Rostemî” kurê Husên û xelkê gundê “Heşmr”a girêdayî bajarê Selasa Bavezanî, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetÎranê, li ser sînorê bajarê Newsûdê hate…