Kolberek li sînorê Newsûdê bi sedema teqeya hêzên leşkerî, hate birîndarkirin
Êwara roja Pêncşemî 30ê Pûşperê li sînorê Newsûdê, kolberek Kurd ê bi navê “Ekber(Ekrem) Xudamuradî” xelkê gundê “Banî Sakan” ê girêdayî bajarê “Selasa Bawecanî” bi teqeya hêzên leşkerî birîndar bû.









