îdamkirina girtiyekî xelkê Mehabadê li girtîgeha Reştê
Roja Pêncşemî 14`ê Banemerê, cezayê îdamê yê girtiyê bi navê “Celaledîn Rehîmiyan Azar” yê xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) birê ve çû.
Roja Pêncşemî 14`ê Banemerê, cezayê îdamê yê girtiyê bi navê “Celaledîn Rehîmiyan Azar” yê xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) birê ve çû.
Sê welatiyên Kurd bi navên “Cemal Elîzade”, “Hasil Qedû” û “Ebdulrehman Mihemedî Erşed” xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê taya duyem a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serpereştiya dadwer “Acaqlû” bi cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin.
Roja Sêşemî 12’ê Banemerê, welatiyê bajarê Sinê Keyvan Zendkerîmî piştî 125 rojan binçavkirina demkî, bi danîna barimteya bi qasî 3 milyar Tûmenî heta dawîhatina dozê, ji girtîgeha Sinê hat berdan.
Mamoste “Arman Sadiqî”, pêşnimêjê Înê yê gundê “Hisênî” yê bajarê Dêhgolanê û rêveber û mamostayê Dar El _Ûlûma Mihemed Resûlullaha Dêhgolanê, ji aliyê dadgeha Taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedan ve, bi 7 meh û nîv girtîgeh, 74 qamçiyan û…
Zarokê 16 salî bi navê “Îhsan Mihemedî” kurê Îbrahîm û Meryem xelkê Emîrabad a Şinoyê li navenda çaksaziya bajarê Urmiyê de ye.
Ferzad Mehmûdpûr, welatiyê xelkê Şinoyê, tevî derbasbûna zêdetir ji 7 mehan li ser binçavkirina wî de, hîn di girtîgeha Urmiyê de ye.
Welatiyê Bokanê “Mesûd Darsenc” ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê ya 2 a vî bajarî ve, bi 33 meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Du welatiyên Kurd bi navên “Ribwar Talibî” kurê Kemal û “Mihemed Şerîfpûr Bayndere” kurê Mihemed Emîn û xelkê Baneyê bo taya 101 a Dadgeha Cezayên Giran a du a vî bajarî hatin gazîkirin.
“Pervîn Ebdullahpûr, Seîd Mihemedî, Omer Silêmanî û Fatih Mecîdî” ji çalakvanên kedkariyê yên Baneyê, bo taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a du a vî bajarî hatin vexwendin.
Di serhildana şoreşgerî ya “jin, jiyan, Azadî” de, 4 welatiyên xwenîşander ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest dan û hejmarek xwenîşander jî birîndar bûn.