Bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Urmiyê
Sibeha roja Pêncşemî 22’ê Pûşperê, girtiyê bi navê “Husên Dovelxanî” yê xelkê bajarê Şûtê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.
Sibeha roja Pêncşemî 22’ê Pûşperê, girtiyê bi navê “Husên Dovelxanî” yê xelkê bajarê Şûtê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bidarvekirin.
55 parêzer bi sedema îmzekirina daxuyanînameya piştgiriya malbata Jîna-Mehsa Emînî, bo taya duyem a lêpirsînê ya Serdozgeriya Giştî û Şoreşê ya bajarê Bokanê hatin gazîkirin.
Êvariya roja Pêncşemî 22’ê Pûşperê ciwanekî Kurd ê bi navê Erselan Mihemedî kurê Elî û xelkê gundê Gergol a Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Mihemed Daniyalî temen 23 salî, endamê girûpa çiyageriya “Binar” a Avdananê, piştî 60 rojan binçavkirina demkî bi danîna barimteya 5 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Îlamê hat azadkirin.
Ji malbatên can goriyên Sinê Ebdulrehman Nasrî û Arman Hebîbî ji aliyê taya 101 ya Dadgeha Cezayan ya Bokanê ve 6 meh cezayê girtîgehê û 40 qamçiyan birîn.
Roja Sêşemî 20’ê Pûşperê welatiyê xelkê Mehabadê yê bi navê Mamend Qureyşî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Tevî ku 10 roj bi ser binçavkirina Saman Paşayî werzişvanê medala cîhanî ya guleştêya ferengî û xelkê Seqizê re derbas bûne, lê ti agahî derbarê çarenivîsa wî de tuneye.
Sibeha roja Duşemî 19’ê Pûşperê welatiyek Kurd ê bi navê “Hîwa Derxordî (Xarice)” û xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Roja Duşemî 19’ê Pûşperê, kolberekî bi navê “Yûnis Mihemedî” û xelkê gundê “Bazan” a ser bi navçeya Ciwanroyê bi gulleyên hêzên dewletê yên li sînorê Newsûdê bi giranî birîndar bû.
Mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî û mamosta Şerîf Mehmûdpûr pêşnimêjê Înê yên Pîranşarê bo îdareya îtla`ata vî bajarî hatin gazîkirin û lêpirsîn ji wan re hat kirin.