Hukûmeta Îrnaê sebaret “Tengêyê Hurmuz”, car din li ser gotinên tekez kir

15:38 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Cîgirê rêveberiya giştiya Hêzên çekdare Hukûmeta Islamiya Îranê radigehîne her welatek bixwaze li Hurmuzê mifahên bêcî wergire, dê xwe li hember dijkirdeweyên Hêzên çekdar bibîne.

Mes’ûd Cezayêrî got: welatê Amerîkayê di vê pêwendiyê de nikare xwe xar biqilqilîne û nikare hizrên xwe li Hurmuzê de bi encam bigehîne.

Çend rojên bihorî, hin nûçegihaniyan da nanîn Amerîkayê 200 mûşekên xwe li derdora Îranê bicih kiriye.

Heyamekê berî jî, nûnerên Parlemana Îranê gelaleyek pêşkeşî Dewletê kirin ku tê de daxwaza daxistina Tengerêya Hurmuzê kiribûn.

Piştî hereşeya Îranê sebaretî daxistina wê Tengerêyê, navgana 5’ê a Hêzên behriye arteşa Amerîkayê ragihand, bi her awayî be em nahêlin ku hatin û çoyina keştiyan di wê Tengerêyê de bikeve ber astengan.

Ji alî din ve Barak Obama, di wê barê de hişdariya rasterast da Rêberê Îranê.