Hikûmeta Îranê: durpêçan bandor xistiye ser jiyana xelkê

13:33 - 26 Adar 2012
Kurdpa: Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê di Ajansa Navnetewî ya Hêza Etomî de, Elî Esxer Suutaniye ragihand: “durpêçên Yekitiya Ewrûpa tu bandorek li ser bernameyên etomî yên Îranê nebûyê lê bandor xistiye ser rewşa jiyana xelkê. Lê Komara Îslamî ya Îranê ji çalakiyên etomî yên xwe paşve nakişîne û bernameyan dê ber bi pêş bimeşîne.”


Ew gotinên han yên berpirsên Îranê di demekê de ye ku heta niha çendîn welatên Ewrûpî û Rojhilata Navîn pêwendiyên xwe yên bazirganî ligel Îranê qet kirine û banka herî mezin ya Îranê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa ve ketiye jêr durpêçan.

Ji aliyek din ve Dadgeha Bilind ya Yekitiya Ewrûpa biryara dadgeha destpêkî derheq destbiserdegirtina pere û heyiyên banka Milî ya Îranê piştrast kiriye. Li gor vê biryarê gişt tayên Banka Milî ya Îranê li Ewrûpa tên daxistin.