Hikûmeta Herêmê kuştina 3siyasetmedarên kurd şermezar kir

14:00 - 11 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû bûyerên şiddetekê şermezar dike, pêwîst e hikûmet û berpirsên ewlekariyê yên Fransa lêkolîn bikin.
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê kuştina sê jinên kurd li Parîsê ku di nava wan de damezirîna PKK’ê Sakîn Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jiyana kurd a ciwan Leyla Soylemez heye ji Rûdawê re axivî. Dizeyî wiha got: “Heta niha ti rêxistin û aliyekê encamdana wê bûyerê negirtiye stûyê xwe. Hê diyar nebûye kî li pişt vê bûyerê ye. Lewra hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda encamên lêkolînê ne.” Dîzeyî derbarê bandora wê bûyerê ya li ser pirsa aştî û guftûgoyên navbera berpirsên PKK û hikûmeta Enqereyê de wiha got: “Em nikarin niha ti tiştekî bêjin, ji ber ku hê eşkere neb^ye kî li pişt bûyerê ye. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê ya bi rêya zimanê diyalog û aştiyane berdewam e.
” Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zûbeyîr Aydar derbarê êrişa çekdarî ya li dijî siyasetmedarên jin ên kurd pêkhatî de ji Rûdawê re axivî. Aydar diyar kir ku êriş li dijî pêvajoya hevdîtinan a li Îmraliyê hatiye kirin û wiha got: “Ev êriş li dijî vê pêvajoya nû ye, ji aliyê hêzên tarî ve hatiye kirin.” Zûbeyîr Aydar bi rêya telefonê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wê piştî nîv saetê bigihe cihê bûyerê û wiha got: “Ev sûîqast bi hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin ve girêdayî ye û dixwazin di vî warî de provakasyonan bikin. Ev êriş bi hêzên tarî û dewleta kur a li Tirkiyê ve girêdayî ne. Ev sûîqast bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye.” Duh li paytexta Franse Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz , nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez jiyana xwe ji xwe ji dest dan.
Rûdaw