Hêzên Îttlatî û Întizamî ên Îranê 30 wilatiyên Kurd binçav kirin

14:50 - 3 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: pitir ji 30 Şifêrên Kurd li hember kêmtir xemî karbidestên garaja “Bendera Îmam” nerazî bûna xwe nîşan dabûn hatin girtin.
Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’ roja Yekşem,berwar 10’ê Befranbar,ê komek ji Şifêrên tirombêlên Neftkêş, li hember xemsariya karbidestên Bendera Îmam û rewşa xirab a garaja han meşekî nerazîbûnê li darxistin. Li hember meşa han de hêzên rejîma Îranê êrişî ser Şifêrên wan tirombêlan kirin ku li encam de li navebera wan de şer û pevçûn çêbû, û pitir ji 30 kes ji şifêrên wan tirombêlan kû pitir Kurdên Îran û Îraqê bûn ji aliyê hêzên dewleta Îranê hatin binçav kirin.

Çavkaniyek haydar bi ajansa Kurdpa,ê’ ragehand : girtina wan Şifêran di çaxekê deye kû raydarên Bendera Îmam bi hinceta qêr kirina parkînga han, pereyekî zaf ji Şifêran vergirtine lê heya niha li hemû xizmetguzarîyekê bêparin.

çavkaniya hand a xûya kirin kû Şifêrên han li herêma Kurdistana Îraqê petrol reş bo Bendera Îmam a parêzgeha Ehwazê tînin kû bi berdewamî ji aliyê hêzên rehîma Îranê tuşî azar û ezyetî dibin û zaf caran pereykî zûr ji wan tê sitandin û her seba rewşa han niha Şifêrên herêma Kurdistanê bi kêmî serdana Bendera Îmam dikin.