Hêzên Întizamî wilatiyek Kurd li Merîwanê girtin

12:40 - 17 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelê herêma Merîwanê ji aliyê hêzên Întizamî ên dewleta Îranê hatbinçav kirin.

Li gori nûçeya gihiştî bi nûçegihaniya Kurdpaê, sibêdeya roja Şemî berwar 16’ê Şibata 2013’an hêzên Întizamî li bajarê Merwîanê êrişî ser gundê “Mûsik”a ser bi wî bajarî dikin û wilatiyek Kurd ê bi nave “Sîrwan Mihemedî” binçav dikin.

çavkaniyek haydar bi ajansa Kurdpaê ragehand: Hêzên Întizamî ji bilî geryana mala ew wilatiyê Kurd, mahwareya wî jî zewt kirine û tewî xwe birine.

Sîrwan Mihemedî ê kurdê Kerîm bi sûçê helatin û dest kêşan li Serbaziyê )eskeriyê) hatiye girtin û jibo parêzgeha Kirmaşanê hatiye vegohastin.

Ji aliyek din berpirsyarê giştî yên hêzên çekdarê Îranê bilav kir ku eger îro paşve kesek li dema xwe de neçe Serbaziyê, dê bi 6 mehan xizmeta zorî bihên mehkûm kirin û dê rapêçî hember dadgeha nizamî bibin.