Hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî a Îranê 4 wilatiyên Kurd li bajarê Merîwanê girtin

13:13 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: di yek ji gundên ser bi bajarê merîwanê de hêzên Komara Îslamî a Îranê 4 wilatiyên Kurd destbiser kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa:berwar 26’ê Befranbar a sala 1391’a rojî,hêzên îttlatî ên rêjîma Îranê bi alikariya hêzên Întizamî ên Pasgeha gundê “Berde Reşe”a ser bi bajarê Merîwanê 4 wilatiyên Kurd ên gundê “Seyfa Jêrîn” destbiser kirin.

Hêzên hikûmetê paş çûna nav gund, êrişî ser mala wilatiyek Kurd ê bi navê “Fetah Pejûhî” dikin û wî kurê wî ê bi navê “Selah Pejûhî” û her wisa 2 kesên din li gundê “Sêyfa Serê” digirin.

Çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpaê ragehan, hêzên ewlekarî û întizamî li çaxê girtina “Selah Pejûyî” de dest dane teqeya esmanî û bi wî karê xwestine xelkê bi tirsînin, lê ew yek bo sebabe ku di navbera xelk û wan hêzên de şer çêbe.

Çavkaniya han eşkere kir ku hêzên rejîmê dest bi ser tirombêla Fetah Pejûhîda girtine û heya gihîştivê nûçeyê nasnameya du kesên din û sedemê girtina wan nehatiye zanîn.