HÊZÊN EWLEHÎ WELATIYEK URMIYE BIRÎNDAR KIRIN

20:23 - 9 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Çend rojan beriya niha welatiyek Urmiyeyê di encama teqeya rasterast a Hêzên Ewlehî de birîndar bû.

Pêka rapora Ajansa Nûçeyîya Kurdpayê, çend rojan beriya niha Hêzên Ewlehiye Komara Islamî li Urmiye teqe ji welatiyek Kurd bi navê “Mehdî Kûhî” kurê Kerem kirine û Mehdî birîndar ketiye ku niha li nexweşxaneya Urmiye ye.

Mehdî ku xelkê gundê “Pîrancix” a girêdayî herêma Somaya Umriye ye bi maşîna xwe mijûlî hajoteriyê bûye ku ketiye ber destrêjiya Hêzên Ewlehî.

Pêka raporê, ji bo ku piştî teqeyê, maşîn agir girtiye, Mehdî bi giranî şewitiye û niha di rewşek ne baş de ye.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, di Sala 2012’an de 29 welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê keyine ber destrêjiya Hêzên ewlehî ku 19 ji wan can daye.