HEVPEYVÎNA EVDILWAHAP XALID

21:55 - 18 Tebax 2012
Xwanndevanên hêja û birûmet yên Agirî, herwek agehdar in ku pirsa zimanê sitandard û elifbaya Kurdî, di heyamê wan çend salên derbas bûyî de, yê bûye cihê niqaş û gengeşeya parek berçav ji rewşenbîr, zimanzan û siyasetvaên civaka me û bala bîr û raya giştî a Kurdistanê bo aliyê xwe kêşaye. Di vê derheqê de gelek hizr û nêrînên cur bi cur dixuyin. Lewma me bi hewce zanî ku di vê hejmara Rojnameya Agirî de, bo şirovekirina aliyên cur bi cur yên vê mijara girîng û balkêş, hevpeyvînek taybet bi birêz Dr. Abdulwahab Xalid re çê bikin. Xwandevaên rêzdar kerem kin bo bas û nîqaş li ser vê mijara balkêş, em bihev re hevpeyvîna han bişopînin.

Gelo, hûn ziman bi çi awayekî pênase dikin?

Ziman diyardeyek e ku bi gelek avayan û ji gelek aliyên cuda ve dihête pênase kirinê, bo nimûne ji aliyê civakî ve weke diyardeyeka civakî serederî li gel dihête kirinê û ji aliyê neteweyî ve bo demekê dirêj ziman weke binemaya serekî a pêkhateya neteweyî tête naskirin û heta niha jî vê hizirê giringiya xwe ji dest nedaye.

Di hişyarbûn û pêşketina netewan de rola ziman çiye?

Zimanên mirovayetî helgirên tev dîrok û kelturên neteweyan e û her netweyeka karî bit giringiyê bi zimanê xweyê neteweyî bidet şiyaye gavên baş di parastina keltura xwe ya netewyî de bavêje û evî kelturî jî bikete bingehek bo pêşketin û geşkirna paşeroja xwe.

Rewş û zirûfa ziman di rewşenbîriya Kurdî de, dişibe çi?

Diviya rewşenbîriya Kurdan bi zimanê Kurdî be, bo vê yekê jî netewa Kurd di vê qonaxê de ji her qonaxeka din pêwîstî bi geşekirin û xortkirina rewşa zimanê xwene hember evê hewa mezina cîhanî bûnê ku ji aliyekî ve rolekî xirab li ser zimanên cîhanê heye û mezintirîn gefa ji navçûn û mirinê li ser zor ji zimanên netewayên cîhanê li seda bîst û yekê.

Zimanê Kurdî di sedsala bîstan de û bi dirêjahiya dîrokê di nava rewş û pevçûnên pir dijwar de, mezin bûye, lê bi bawera we rewşa han tu bandorek li ser zimanê Kurdî çê kiriye?
Zimanê Kurdan li sedsala bîstê de ketiye nava komek ji rewşên cuda de, ji alyekî ve dijwarî û qedexekirin û siyaseta cînusaytkirina hember zimanê Kurdî hatiye sepandin herwekî heta niha jî ev siyasete li hindek welatên mîna Turkiya û Sûryayê da dihête li darxistin. Ji alîyekê din ve zimanê Kurdî geşe û werareka baş bi xwe ve dîtiye hember dagîrker û dagîrkaran û bûye hêmayeke berxweden û serhildanên netewî yên Kurdan û şoreşên Kurdî li tev parçên Kurdistanê.

Zimanê Kurdî di tu qonaxek dîrokî de, nebûye zimanê perwerde û fêrbûnê, herwiha nebûye zimanê fermî. Di zirûfek dijwar a han de ziman ber bi winda bûnê ve diçe. Lê gelo çava dibe ku zimanê Kurdî heya îro hebûna xwe parastiyê?

Îro li herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê) zimanê Kurdî bûye zimanê rewşenbîrî û medya û perwerdeyê, dîsan bûye zimanê zanist û birevebirna karên kargûrî û fermî yên hikumeta herêma Kurdistanê. Lê di parçeyên din yên Kurdistanê de ev rewş tu neye.

Pêşdeçûna ziman û serxwebûn vê çavan li hev tesîr dikin? Ziman di mercên derveyî serxwebûnê de jî dikarin bê asteng xwe bi pêş de bibin û bibin zimanê perwerdehiyê?

Helbet hebûna deshelat û dewleta serbexwe ya Kurdan zaminê geşe û werara zimanê Kurdî ye ku dikare xwe tevî jiyana serdem û guhartinên bilez ên sedsala bîst û yekê bigoncîne. Zehmet e di kawdanekê derveyî serxwebûnê de ziman bikare pêş bikeve û bibe zimanê pirosêsa perwerdê û fêrbûnê, nexasime eger li welatekê de li dov yasayekî ew ziman yê qedexe be mîna rewşa zimanê Kurdî li dewleta Turkiyê yan Sûriyê yan bi şêweyekê ji şêwan li dewleta Iranê.

Hûn rewşa Kurdîstana Başûr di warê çand, ziman û edebiyatê de çavan dibînin û bi bawera we bo pêşxistina ziman di vê herêma azad de diviya çi bihê kirin?

Rewşa zimanê Kurdî li herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ger bihête hemberkirin tevî rewşa zimanê Kurdî li parçeyên din yên Kurdistanê ev rewşe ya baştir e ew jî ji vedigere ser du fakterên serekî, yek jê ew e ku di bingeh de zimanê Kurdî li dewleta Iraqê li pey destûra dewletê bi awayekê fermî ney qedexe bû serbarê wan zext û givaşên ku ji aliye rijêmên yek li pey yek ên Iraqê ve li ser wî dihatine bicihînan. Faktera duyem, rewşa azadbûna Başûrê Kurdistanê bû li sala 1991’ê rengvedana wê di tev warên jiyanê de û nexasime jî di vejandin û geşesendina zimanê Kurdî de li behra pitrya biyavên rewşenbîrî û perwerdeyî û zanistî û kargêrî de, lê ev rewşa hana ku di herêmê de peyda bûye dîsan pêwîstî bi pilandananê ye bi awayekî zanistî û nexşe darêjtinê ye bo paşerojeke nêzîk û dûr yê zimanê Kurdî. Pêwîst e rengvedana wê jî di sîstema perwerde û zankoyên herêmê de reng vedet zêdebarî damezrandina Enstîto û Akadîmiyên taybet bi lêkolîn û şrovekirina zimanê Kurdî bi sercem dîyalêkt û devokên wî ve û danana ferhengeka yekgrtî ya zminê Kurdî ye ku tev peyvên zimanê Kurdî di nav ropelên xweda hembêz biket. Ji aliyê zanstî jî ve pêwîst e ku ferhengên taybetên têrmên zanistî bo gişt pisporiyan ji aliyê komîtên pispor ve bihêne berhevkirin û rêkxistin û ji aliyê kargêrî û fermî jî ve pêwîste zimanê birevebirin û kargêriyê bi rêk û pêkî bihête rêkxistin û giringî bi dîyalekt û devokên zimanê Kurdî bihête dan rê bihête xoşkirin bo bi destve hatina zimanekê yekgirtî yê edebîye Kurdî.

Hûn rewşa wêjeya Kurdî a îro çavan dibînin?

Wêjeya Kurdî bi awayekê giştî ber bi werar û geşesendinê ve diçe, bi taybetî jî li zankoyên herêmê bi rengekî giştî lêkolîn di mijarên ciyawaz û hemereng de dihêne kirin, ji bilî vê çendê di nav grûpên nivîskar û behremendan de giringî pê dihête dan, dîsan bi avayek ji avayan medyayên Kurdî xwe ji mijara han xudî derdikevin.

Di wan çend salên derbasbûyî de, li Kurdîstana Başûr, zaf caran em guhdarê helwestên hin rewşenbîran dibin ku dibêjin bila zaraveya Soranî bibe zimanê gelerî yê Kurdan, hûn wî di warî de çi dibêjin?

Di zor hevdîtinên xwe de derheq pirsa zimanê standard helwestê min ew bûye ku carê hêşta zûye Kurd hevrikiyê li ser dîyalêkt û devokên xwe bikin, niha hêşta dema xebitîn û encamdana lêkolîna ye li ser zimanê Kurdî û bo vê qonaxê berwext cut standerî bo haletê niha yê zimanê Kurdî heta astekê baş e û li paşerojê jî geşe û werara zimanî bi xwe dê biryarê det û cihê xwe bigre kanê kîj zaravê Kurdî dê bikare wek zimanê standerd û fermiyê Kurdan, bêy jibîrkirina tu dîyalêkt û devokên şirînên zimanê Kurdî û ev helwêsta min jî ji valatiyê nehatiye eger em hêvkeyne destudara zor welat û zimanên cîhanê pêvajoya wan her bi vî away bûye û di heman qonaxê de derbas bûye.
Elfabêya Kurdî, çima divêt ku ya latînî be?

Me bivê yan nevê, îro be yan sibe be, pêwîst e ku Kurd Elifbêya zimanê xwe ber bi Latinî ve bibin û çend gavekê bileztir be helbet wê baştir be.
Ji bo zimanek sitandard yê Kurdî gavên pêdivî çine?

1- Danana ferhengeka yekgirtî ya tev devok û zaravên Kurdî.
2- Çespandina siyasetên zimanî û pilandanana zimanî ji aliyê zanayêyn pispor û deshelatên Kurdan ve.
3- Encamdana lêkolînan di tev aliyên şirovekirna zimanî de.
4- piştî bicihhatina van xalên li serî yasayên taybet bi zimanî ve li bilindtirîn
deshelata Kurdî, divê bihêne darêjtin ku parlemana Kurdistanê ye.

Hûn zafbûna zaraveyên zimanê Kurdî çavan dibînin? Li gor raya we kêşeya elfabêyên cuda yên di nava Kurdan de wê çavan çareser bibe?

Hebûna devok û dîyalêktên Kurdî dewlemendî ye bo zimanê Kurdî, pêwîst e mifah jê bihête wergirtin li vir pêwîste ji bîrnekeyn ku devok û diyalêktek ji wan helgra beşeka keltûr û dîroka Kurdan e û binbir bûn yan jinavçûna her yekê ji wan wate ji navçûn û mirina beşek ji keltûr û dîroka Kurdan ku êdi çi car nahête qerebûkirin.

Hûn xebata Rojnameya Agirî di warê çand û zimanî de çavan dibînin?

Bêy sitayşên zêde karê we yê pir pîroz û hêja ye her serkeftî û berdewam bin bo xizmeta ziman û rewşenbîriya Kurdî.

Jêder: Zimanperwer